Konseya Rêveber a KNKê û NAV-YÊK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan), Cejna Êzî pîroz kirin.
Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.
Sê sal beriya niha bi berxwedaneke mezin, Şengal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73’emîn hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin koçberên Şêngalê heta niha jî, bi temamî venegerîne ser axa xwe û weke tê xwestin Şengal nehatîye avakirin. Pêwîst e rewşa Şêngalê bi awayekî taybet û hesas bê destgirtin. Parastin û avakirina Şêngalê wezîfeya hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîst e xelkê Şêngalê yê koçber vegerin ser axa xwe. Niha dem dema vegera welat e, dem dema avakirina Şêngalê ye. Pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayekî xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.
Bi van hêvîyan em careke din, Cejna Êzî li civaka Êzdiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.”
NAV-YÊK: CEJNA ÊZÎ PÎROZ BE
NAV-YÊK’ê (Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiya) jî bi wesîleya Cejna Êzî peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di peyaman NAV-YÊK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Em, bi tevahiya saziyên xwe Cejna Êzî û hemû cejnên derbasbûyî li civaka Êzidiyan, li gelê Kurdistanê, li gelên Rojhilata Navîn, li tevahiya mirovahiyê û li Rêberê Gelê Kurd pîroz dikin. Her weha em vê cejnê li hemû cangoriyên Kurdistanê û Êzîdxanê, li hemû canfedayên li çiyayê Ṣengalê û li tevahiya Kurdistanê pîroz dikin.
Tê dizanîn ku hêzên xêrnexwaz ên tarî bi armanca tinekirina civaka Êzdayî, di nav hewldanên qirkirina fîzîkî û çandî de ne. Civaka Êzdayî ku bermahiya 73 fermanan e, hîna birînên xwe yê ji fermana dawî ya 2014'an nepêçane. Tevî vê êşê di hewldana xweparastinê, xwebirêvebirinê û xwebirêxistinkirinê de ne. Gelek sazî û dezgehên xwe ava kirine û bi hêza xwe ya xweser bi sedan keç û jinên Êzîdî ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiriye.
Êzîdî li Bakur, Başûr, Rojava û her cihê lê dijîn di bin gefên dewleta Tirk a faşîst û dagirker de ne. Dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya Erdogan û hevalbendên xwe, di roja 03.08.2014’an de hewl da bi destê çeteyên terorîst DAÎŞ’ê, civaka Êzidî ku xwedî çanda kevnar û resen e, li ser rûyê cîhanê bidin qelandin. Herî dawî, di encama êrîşa hovane û namerdî de Mam Zekî Şengalî di 15.08.2018´an bû cangorî.
Em careke din Cejna Êzî li civaka Êzdayî û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin, bi giyanê berxwedana li zindanên Bakurê Kurdistanê, bi lehengên berxwedana serdemê ya Efrînê, li Rojava, li Şengalê û li hemû qadên têkoşînê tevlî pîrozbahiyên Cejna Êzî bibin.”