KNK’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniye niviskî Çarşema Sor pîroz kir.

KNK’ê di daxuyaniyê de got: "Sibe Çarşem e, ÇARŞEMA SOR E, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. 

"Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. 

Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin."