KNK'ê cejna Êzî pîroz kir: Dem dema parastin û xwedîderketina li Şengalê ye

Konseya Rêveber a KNK‘ê cejna Êzî pîroz kir û ji bo parastin û avakirina Şengalê bang kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya cejna Êzî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku cejin di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedarin û got: "Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokek kevnarin. Dema mirov li dîrok û naveroka van cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Em cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe dibînin.“

'CEJIN AVAKIRIN Û XWEDÎDERKETINE'

KNK’ê destnîşan kir ku cejna Êzî cejna avakirinê ye û wiha got: "Îro cejne, cejna Êzî ye û cejna avakirinêye. Cejna Êzî di serî de li civaka Êzdî, li gelên Kurdistanê û tevayî mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejin bibe wesîleya aştî, azadî û li hevhatina bawerî û gelan. Cejin di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedarin. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnarin. Dema mirov li dîrok û naveroka van cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Em cejna Êzî weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe dibînin. Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hîn bi watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzdî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."

'DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WÊ DIXWAZE NASNAMEYA ŞENGALÊ BIGUHERE'

Di berdewama daxuyaniya xwe de KNK’ê bal kişan li ser berxwedana berî şeş salan a civaka Êzidî û wiha pê de çû: “Şeş sal pêş niha bi berxwedaneke mezin, Şengal ji destê DAIŞ‘ê hate rizgarkirin. Lê mixabin êrîşên li ser Şengalê nerawesta ne û koçberên Şengalê bi temamî venegerîne li ser axa xwe û weke tê xwestin Şingal nehatiye avakirin. DAIŞ ji Şengalê hate derxistin. Lê niha Dewleta Tirk û hevkarên wê Şengal kirine hedef. Karê DAIŞ‘ê yê ku nîvî de hiştiye, ew dixwazin temam bikin ku armanc ewe ku nasnameya Şengalê ya Kurd û Êzidî bê guhertin.“

'DEM DEMA AVAKIRIN Û PARASTINA ŞENGALÊ YE'

Bi domdarî KNK’ê anî zman ku Şengal Kurdistan e û piraniya wê Kurdên Êzidî ne û wiha got: “Pêwîste rewşa Şengalê bi awayekî teybet û hesas bê destgirtin. Parastin û avakirina Şengalê wezîfa hemû hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şengalê yê koçber bûne, vegerin li ser axa xwe. Niha dem dema vegera welate, dem dema parastin û avakirina Şengalê ye. Pêwîste nasmeya Êzidîtiyê li Şengalê bê parastin, pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser, ew bi xwe xwe birêve bibin. 

Li ser vî esasî em weke KNK bang li hemû gelên Kurdistanê, civaka Êzdî û dostên gelê me dikin, werin em bi hevre Şengalê biparêzin û avabikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire li ser axa xwe. Bi van hêviyan em cardin, cejna Êzî li civaka Êzdiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin."