‘Kêmasiya avê ya heyî dibe ku veguhere krîzeke kûreyî’

Neteweyên Yekbûyî, hişyar kir ku mirovahî mîna vampîran ava gerstêrkê dilop bi dilop diqedîne û dibe ku ev bibe krîzeke kûreyî ya avê.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, beriya Konferansa Avê ya NY’yê, di pêşgotineke rapora xwe de got: “Ji ber xerckirin û bipêşveçûyîna ya vampîrîk, bikaranîna avê bêyî hizir, qirêjî û germbûna kûreyê ya bêkontrol, dike ku vê çavkaniya jiyanê ya mirovahiyê dilop bi dilop biqede.. Mirovahi ketiye rêyeke bi xetere û em hemû rû bi rûyê encamên wê dibin.“

Di raporê de hat diyarkirin ku li hin deran têr av nîn e, li hin deran jî ya lehî radibe ya jî av qirêj dibe û hat destnîşankirin ku dibe krîzeke avê ya kûreyî çêbibe.

Sernivîskarê raporê Rîchard Connor, di daxuyaniyê de ku da AFP’yê got: “Ne diyar e ku wê bandora krîza avê li çend kesan bibe. Heke tiştek neyê kirin wê xizmeta sanîtasyonê bi desten ji sedî 40-50’yê mirovan nekeve û ji sedî 20-25 jî nekare ava  vexwarinê bi dest bixe.“

Kongreya Avê ya NY’yê li New Yorkê dest pê kir û wê heta bi roja Înê dewam bike. Wê nêzîkê sed wezîr û 10 serokên dewlet û hikûmetan û şeş hezar beşdar tev lê bibin û ji bo her kes bikare xwe bigihîne ava paqij û tiwalet bi dest bikeve, wê li ser hedefên sala 2015’an bê sekinandin. Ji rêveberan daxwaz tê kirin ku tevdîrên şênber bigirin. Lê ji niha ve hin çavdêr ji çarçoveya van teahud û hebûna fînansmanê bi fikar in.

40 salên dawîn bikaranîna ava vexwarinê ji sedî 1 zêde bû. Bi rapora Av’ê ya NY’yê îşaret bi kêmbûna avê bi germbûna kûreyî zêde dibe, tê kirin. Ango, nêzîkê ji sedî 10’ê nifûsa cîhanê li welatên ku kêmasiya avê gelek e dijî. Li gor rapora ku pisporên avhewayê yên NY’yê weşand, nêzîkê nîvê nifûsa cîhanê qet nebe demeke salê rû bi rûyê kêmbûneke cidî ya avê dibe.

Pêşbîniya bi raporê ew e ku ji bo heta bi sala 2030’î ava vexwarinê bi desten her kesî bikeve, divê asta razemeniyê herî kêm sê qatên din jî zêde bibe.