KCK: Li Deriyê Çiyê yê Amedê wê bîrdariyên azadiyê bên danîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî bi bîr anî ku beriya 95 salan li aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin û diyar kir, "Li Deriyê Çiyê yê Amedê wê bîrdariyên azadiyê bên danîn."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Beriya niha bi 95 salan, dewleta Tirk ku înkarkirin û qirkirina Kurdan kiribû polîtîkaya dewletê, Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji bo tepisandina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd bi darve kiribû. Em van rêberên hêja yên Kuredan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin ku li sêdarê bi serbilindî daxwaza Kurdistana azad anîn ziman. Hesreta wan a Kurdistana azad wê teqez pêk were û li Deriyê Çiyê yê Amedê wê bîrdariyên wan ên azadiyê bên danîn."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji dema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî û vir ve li dijî Kurdan êrişên ji bo qirkirinê tên kirin. Ji bo qirkirina Kurdan welê bêperwa tevdigerin ku ne gora Şêx Seîd û hevalên wî ne jî ya Pîr Seyîd Riza û hevalên wî heye. Yên ku dixwazin Kurdîtiyê bi her awayî tune bikin, nikarin xwe li hebûna goreke têkoşerên azadiyê yên Kurdistanê rabigirin. Ji xwe niha jî bi heman ferasetê êrişê dibin ser gorên gerîla.

Sedema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxwaza wan a ji bo azadiya Kurdistanê bû. Ji xwe dema ber bi sêdarê ve çûn ev daxwaz û hesreta xwe anîn ziman. Li sêdarê hêrsa xwe ya li dijî dijminatiya li Kurdan jî anîn ziman. Gotinên wan ên li sêdarê nîşaneya hestên welatparêziya Kurd e. Di serî de ciwanên Kurd divê Kurd hemû bi van gotinan zanibin ku ji bo wan mesaj û mîrate ne. Hînbûna van gotinan pêwîstiyeke hurmeta li şehîdan e; bicihanîna wan gotinan e. Wan ji ewlad û neviyên xwe xwestin ku tolê ji dijminên Kurdan hilînin û Kurdistanê azad bikin.

Neviyên yên ku li sêdarê bi rûmetî nefesa xwe ya dawî dan, bi dehan sal in li çiya, deşt, gund, bajarok û bajarên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurdistanê têdikoşin. Keda wan, hestên wan ên welatparêziyê û daxwaza wan a ji bo azadiyê belasebep nîne. Wan bi sekna xwe kirin ku daxwaza ji bo Kurdên azad bidome û têkoşîna azadiyê bi pêş ve birin.

Yên ku Şêx Seîd û hevalên wî bi darve kirin, yên ku dixwazin hesreta azadiyê ya gelê Kurd ji hole rakin, têkildarî rêberê têkoşîna Kurd a hemdem Rêber Apo heman rojê biryara darvekirinê dan, mêtingeriya qirker peyama 'dawiya serhildanê darvekirin e' da gelê Kurd û xwest têkoşîna azadiyê bieftisînin. Bi darvekirina rêberên berxwedanê yên Kurdan xwestin ku dawî li hesreta azadiyê ya Kurdan bînin. Xwestin ku heman rêbazê li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd a bi pêşengiya PKK'ê jî bi kar bînin. Bi vî rengî nîşan dan ku dîroka dewleta sed salî çi ye.

Roja Şêx Seîd û hevalên wî hatin daliqandin biryara darvekirina Rêber Apo hate dayin. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk bi çi çavî li Kurdan dinihêre.Bi tenê mirov li vê rastiyê binihêre dikare bibîne ku dewleta Tirk çawa li Kurdan dinihêre. Fikra wan a siyasî çi dibe bila bibe, ev dewlet dijminê Kurdan e. Wê rojê kîjan hêz li ber xwe bide, berê wê hêzê dike hedef. Di dîroka Kurdistanê de gelek mînak û îspatê vî tiştî hene. Îro jî polîtîkayên wisa tên birêvebirin.

Girêdayina bi Şêx Seîd û hevalên wî, Pîr Seyîd Riza û hevalên wî û girêdana bi hemû şehîdên Kurdistanê bi piştgiriya têkoşîna me ya azadiyê dikare pêk were. Tevgera me ya azadiyê ji bo hesretên wan ên beriya darvekirinê têdikoşe.

Di salvegera şehadeta wan de soza me ya ji bo Şêx Seîd û hevalên wî ev e ku em Kurdistana azad û demokratîk ava bikin. Vê têkoşîna me ya li dijî mêtingeriya qirker a di şexsê AKP, MHP û Ergenekonê de wê dijminên Kurdan têk bibe û wê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bike."