Karayilan: Şer dewam dike, divê kes bi xemsarî nêzîk nebe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hîn jî şerekî giran diqewime, divê kes bi xemsarî tevnegere û bang li her kesî kir, ku xwedî li berxwedana gerîla derkeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de axivî. Karayilan di beşa destpêkê ya hevpeyvînê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand.

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Karayilan re hate kirin û li Stêrk TV hate weşandin wiha ye:

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Gelê Kurd li dijî vê yekê çalakiyan lidar dixe. Hûn asta vê yekê çawa dibînin?

Di vê dema dawî de gelekî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li ser Bakurê Kurdistanê, li ser eyaletên bakur çêbûn. Dijmin xwest ji rewşa hewayî sûdê werbigire, li gelek cihan vala derket, lê li Cûdî, Gabar, Besta şerekî giran qewimî, berxwedan çêbû. Em şehîdên van berxwedana li Cûdî di şexsê fermandar hevrê Harûn de, ya Gabarê di şexsê hevrê fermandar Hogir û Evrîm de, ya Bestayê jî di şexsê hevrêya hêja fermandar Rojbîn Gever de hemûyan bi bîr tînin. Wekî din di dema bihurî de di êrîşeke dijmin de 2 milîtanên rêxistina dost û heval MLKP'ê şehîd ketin. Kesên pêşeng bûn, fermandar bûn. Em heval Ehmed Şoreş û Firat Newal bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di şexsê hevrê Melsa Mûş de, ev heval par şehîd ket îsal îlan bû, di amadekirina berxwedana Zapê de gelekî xwedî ked bû, di şexsê hevrê Melsa de tevahiya şehîdên berxwedana Zapê bi bîr tînin û li hemberî bîranîna hemû şehîdan em serê xwe ditewînin. Me soza ku dane wan em careke din dubare dikin.
Li ser Rêber Apo êrîşeke dijwar heye. Ev bi şêwazê tecrîdeke mutleq, bi êşkenceya psîkolojîk pêk tê. Me gelek caran anîn ziman ku ev ne tecrîdek li ser kesekî ye. Ev tecrîdeke li ser gelekî ye, tecrîdeke li ser azadiya gelê Kurd e, li ser paşeroja gelê Kurd e, li ser demokrasiya Tirkiyeyê ye. Tecrîdek li ser hiqûq û edaletê ye. Tecrîdeke li ser dahatûya gelê herêmê ye. Em ev hevok her tim anîn ziman û rastî jî wisa ye. Lê em niha dinihêrin, bertekên di vê çarçoveyê de yanî ev tecrîd tecrîdeke giştî ye, li pêşiya hiqûq, edalet, demokrasî, azadiyê astenga herî mezin e, ji ber ku bi vê tecrîdê li ser Kurdistanê siyaseta qirkirinê tê meşandin, di naveroka wê de qirkirin heye; ev ji aliyê raya giştî ve, gelê me, gelên dost ve hatiye fêhmkirin. Ji bo wê jî dema dawiyê bi rastî bertekên xurt têne raberkirin. Îro li hemberî ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê ku di ti exlaq û hiqûqê de tune ye, li devereke din tiştekî wisa nîne, li hemberî vê îro têkoşînek heye, bertek hene. Hem di aliyê gelê me de, hem ji aliyê gelê me li derveyî welat, li Ewropa û deverî din, hem ji aliyê dostan ve, gelên dost, rêxistinên dost, mirovên parêzvanên mafên mirovan, mirovên demokratîkxwaz, gerdûnî yên cîhanî de bertek têne raber kirin. Hem parlamenterên Ewropa yên Fransa, Elmanya hem li Kurdistanê bi xwe, li Tirkiyeyê di parlamentê de dengên têne pêşxistin, bertekên tên raberkirin raya giştî hinekî çêkiriye. Mirov wisa dikare bibêje. Yanî niha asteke ne xerab e, lê ne têrker e. Esas em di vê de dereng man. Diviyabû ev hîn zûtir pêk bihata. Di asta cîhanê de berê konserek li Îtalyayê çêbû. Niha me dît li Spanyayê çêbû. Xwedîderketin, nîşandana dostaniyê bi rengekî cewherî îro heta astekê çêbûye. Lê belê weke min got, ev ne têrker e, divê mirov hîn geş bike, xurt bike. Heta ku karibe vê zincîra komploya navneteweyî û ev sîstema êşkenceyê ya li ser Rêber Apo bişikîne.

Li Zapê şerekî giran heye. Li gelek deveran dijmin çekên kîmyewî hîn jî bi kar tîne. Li hinek cihan paşve vekişiyan. Rewşa niha ya li Zapê çi ye?

Divê ez baş bersivê bidim vê pirsê, ji ber ku niha gelek gotegot hene. Hem dewleta Tirkiyeyê ji aliyê xwe ve ji bo ser têkçûna xwe bigire bernameyan çêdike, daxuyaniyan dide. Hem nîqaş hene. Hem jî di aliyê Kurd de jî hinek şîrove têne kirin. Em dinihêrin ku rewş baş nehatiye fêhmkirin. Mirov ku bibêje dijmin reviya, ji Zapê çû û derket jî ne rast e. Lê mirov bibeje wisa her der girtiye û hakîm bûye ew jî ne rast e. Rastiyek heye, şerek heye û ev şer jî bi esasî dewam dike. Ji ber ku hinek şîrove welê raber dike ku weke şer bi dawî bûye, êdî sivik e. Halbûkî ne wisa ye. Ez ê hinekî bînim ziman.

Ev yek bi xwe re rehavetekê jî nîne? Ji ber ku gerîla niha jî şerekî giran dike.

Bêguman hem rehavetê çêdike, hem jî heqîqet baş fêhm nabe. Dibe ku ev kêmasiya me jî be. Em jî baş nikarin fêhmkirin bidin. Beriya her tiştî ez vê bibêjim. Şerê îro niha li Bakur dibe, li her eyaletê dibe. Û niha li herêma Zap, Metîna, Avaşîn dibe. Ev şer ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hate destpêkirin. Em di parastinê de ne. Em çareseriya siyasî esas digirin, lê belê dewleta Tirkiyeyê maseya çareseriyê qulipand û êrîş li ser me bi pêş xist. Yanî ew gotina 'PKK erdê Iraqê bi kar tîne, diçe li Tirkan dixe', tiştekî welê tune ye. Ji 2012'an û vir ve yek gule jî kesî ji aliyê Başûrê Kurdistanê neavêtiye dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê bi xwe gihîştiye konseptekê ku destketiyên gelê Kurd dagir bike, sînorê Mîsakî Mîllî ji bo xwe kir hedef, li ser vê bingehê hem êrîşên li ser Rojavayê Kurdistan hem jî li ser Başûrê Kurdistanê ji 2015-2016'an û vir ve ji bo xwe kir plan. Yanî heqîqet wisa ye; êrîşeke yekalî heye li hemberî wê jî bêguman şerê me şerê parastinê ye, şerê parastina axa Kurdistanê, şerê parastina axa pîroz e. Şerê ku îro tê kirin wisa ye. Yanî hinek bi vir de, wê de tînin, lê heqîqet bi vî rengî ye. Li aliyê din şer çawa bû, niha çawa dimeşe? Weke tê zanîn destpêkê li Heftanînê, hîn 3 sal berê destpê kir, salekê ajot. Yanî sala 2020'î. Û sala 2021 û 2022 jî dewleta Tirkiyeyê dixwaze herêmeke berfireh Avaşîn, Zap, herdu aliyên Zapê û beşek Metîna dagir bike. Em jî li hemberî vê li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê em axa Başûrê Kurdistanê diparêzin. Eger ku me neparasta, wana dixwest demkurt vir dagir bikin, bi pêş ve biçin, heta Garê werin, heta Mexmûr û Şengalê biçin. Bi vî rengî dagir bikin. Eskerê xwe û yên li Başîka bikin yek. Plan wisa ye. Çima niha xwe ji Başîka nakişîne? Tevî ku dewleta Iraqê xwestiye, beriya bi çend salan. Bi veşartî leşkerên xwe yên sivîl, weke MÎT li Kerkûkê bi cih dike. Planek li pêş wan heye. Vê planê bi navê 'em li dijî terorê şer dikin' vedişêrin. Heqîqet wisa ye. Me ev bi erzanî ne meşandiye, me berdêlên wê pir dane. Divê ev bê dîtin ji aliyê her kesî ve. Em berdêla vê didin. Ev şer niha hîn jî dewam e. Çawa bû? Ez li ser wê jî bibêjim. Sala 2022'an dijmin xwest li aliyê Zapê bi temamî dagir bike. Ji bo vê hat. Lê belê li rojavayê Zapê dijmin yek sengerekî gerîla jî negirt. Nekarî mewziyeke bi tenê jî bigire. Nekarî tuneleke bi tenê jî bigire. Ji ber wê nekarî xwe bi cih bike, neçar ma nuqteyek ji bo xwe bijart û hemû hêzên xwe kişand wê derê. Em ji wê derê re dibêjin FM, yanî pişta gundê Zêvê ye. Li wir geliyek li quntarê Çiyayê Hakkarî, çiyayê li serê Amediyê ye. Dixwaze hêzên xwe li wir bi cih bike. Niha rê jî aniye wir, tank jî aniye. Dixwaze xwe li wir bi cih bike. Sê gir girtine. Lê belê li wir jî em hene, hevalên me hene. Li wir Girê Şehîd Mûnzûr heye, li wir niha şer heye. Ev cihê ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze xwe lê bi cih bike, hevalên me nahêlin, li pêşiya wan asteng e. Niha ew li dijî wan hevalan bi her cûre çekan şerekî xurt dimeşîne. Li Girê FM şerekî giran diqewime. Yanî li rojavayê Zapê dewleta Tirkiyeyê bêencam e, têk çûye. Tenê li wir dixwaze bigire, wir jî nikare bigire. Hîn hewldanên wê dide. Rojava wisa ye. Li aliyê rojava Metîna heye. Li Metîna serê Girê Hakkarî girtiye, lê belê hevalên me jî nêzî wir in. We dît hevalan di 25'ê Mijdarê de hemleyek li ser çêkirin, derbeke mezin lê xistin. Nêz e, heval li wir jî nêzî wan e. Yanî ne diyar e ku li wir mayinde bimînin nemînin. Bi rastî li wir têk çûye, encam negirtiye. Lê belê şer hîn dewam dike. Li aliyê rojhilatê Zapê çawa ye? Yanî heta Avaşîn. Li wir jî derdora Zapê negirtiye, nekariye bigire. Lê belê dixwaze zincîrekî li kêleka Avaşîn çêbike heta pişta Şeladizê. Li wir girek heye, jê re dibêjin Girê Mamreş, êdî dawiya Kurêjahro ye. Li wir jî Kurêjahro, navsera wê, lûtkeya wê û gelek cih, li herêma Saca li pir deveran li wir jî xwe paşde kişand û niha hemû giraniya xwe daniye ser xeta li kêleka Avaşîn. Li wir şer niha li Çemço heye û li gundê Sîda heye. Li derdora wan herdu gundan li wir girên zîrve hene, li wan giran şer niha dewam dike. Mêze bikin, niha neh meh û nîv çêbûn. Her wiha min hesiband, 290 roj niha temam dibe. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze çi bike? Dixwaze wir weke Mervanîs, Werxel, Çemço, Sîda û pişta Şeladizê zincîrekî çêbike, xwe li wir bi cih bike. Lê belê gerîla nahêle ku li Çemço, Sîda û derdora wê xwe bi cih bike. Niha şerekî pir xurt li wir heye. Rê aniye wê derê, tank, top anîne, bi taybetî li wê derê Keleha Çemço. Dewleta Tirkiyeyê ji hemû qereqolên xwe yên li ser sînor obusan diavêje Keleha Çemço. Bi balafiran dem bi dem lêdixe. Tank danîne hember, bi tankan lê dixe. Bi çekên ferdî lêdixe, bi her cûre çekan lê dixe lê belê 290 roj in egîdên li wir li ber xwe didin. Nahêlin ew li gir bi cih bibin. Herî zêde 400 metro nêzî gir bûne, wekî din nêzîk nebûne. Wekî din li wir sengera Şehîd Dogan, Şehîd Botan, Şehîd Felat hene. Li van deveran jî bi her cûreyî hem bi tank, hem bi obus, hem bi çekên ferdî û li van deran çekên kîmyewî bi kar tînin. Li Keleha Çemço nikarin herin ser û çeka kîmyewî bi kar bîne. Ango heta niha hîn negihîştiye deriyê tunelan. Ji dûr ve lêdixin. Lê belê ya Şehîd Botan û Şehîd Felat bi taybetî Şehîd Botan hema her roj 10, 15 caran çekên kîmyewî lê bi kar tînin. Obusan, tankan, teqemeniyên qedexe bi kar tînin. Dewleta Tirkiyeyê ji bo wê derê bixîne hemû hêza xwe bi kar tîne. Şerekî welê dijwar heye. Lê belê raya giştî weke ku li wir şerekî ji rêzê diqewime dibîne. Dibe ku ne qadeke pir fireh e, lê belê ev qad ku ji 2 gundan pêk tê, bi têra xwe heye. Lê belê şerekî bi her çekî lê dimeşe. Ez vê bibêjim. Ew şervanên li wê derê kengî bixwaze dikare çenteyê xwe rake û ji wir derkeve. Yanî pêşiya wan zêde negirtî ye. Lê belê ew dixwazin biparêzin, axê biparêzin, axa Kurdistana Başûr biparêzin. Ew mirovên Kurdistanî ne. Me berê soz da ku em ê her derê Kurdistanê biparêzin. Dijmin tê dixwaze dagir bike, li wir zincîrekê çêbike, em li hemberî vê li ber xwe didin. Ev berxwedan destê siyaseta Kurd, destê hikumeta herêma Kurdistanê, destê dewleta Iraqê li hemberî hikumeta Tirkiyeyê xurt dike. Eger ne ji vê berxwedanê bûya, dewleta Tirkiyeyê wê bihata li ser Mûsilê bisekiniya, wê guh nedabûya kesî. Lê îro muhtacî her kesî ye. Çima? Ji ber ku li wir têk çû, ji ber ku 2 sal in nikare li Zapê dagir bike. Li wir şer heye. Yên li wir şer dikin jî ne ecnebî ne, ew ji Kurdistanê ne. Ji Kurdistana Başûr jî ewqasî heval di nav de hene. Fermandar Berfîn Sara kî ye? Ji Silêmaniyeyê ye. Fermandar Zerdeşt Pîranşehîr, ji ku ye? Ji Ranyayê ye. Fermandar Delal Şoreş ji ku ye? Ji Silêmaniyeyê ye. Heval Egîd Kurdistan ji ku ye? Ji Xaneqînê ye. Heval Şaho Qendîl ji ku ye? Ji Seyîdsadiq e. Yanî wisa ev hevalna, hevalê Helmet Viyan mesela. Mirovê şehîd Viyan Soran e. Hevalekî fedaî bû, ji Silêmaniyeyê ye. Yanî zarokên vî welatî ne yên li wir li ber xwe didin. Yên ji her çar parçeyên Kurdistanê ne. Û berxwedaneke ne ji rêzê dikin, li hemberî her cûre çek dikarin bi îradeyeke mezin bisekinin. Vê niha dewam dikin. Ev îro niha di navenda zivistanê de ye; dewleta Tirk ji ber ku bi ser nexist, ji raya giştî re eşkere kir ku operasyon qedandiye û got, 'min zincîra Zapê temam kiriye'. Derew e, tiştekî welê nîne. Niha ew dixwaze bi hemû hêza xwe xwe li Girê FM'ê bi cih bike, hevalên li wê derê îmha bike. Dixwaze zincîrekê li kêleka Avaşîn çêbike û hevalên li wir li ber xwe didin, bi taybetî yên li çar sengeran li ber xwe didin û hevalên li qadê li derdora wan bi rêbaza tîmên bi tevger şer dikin, niha ev şer li wir pir bi xurtî dewam dike. Lê belê dewleta Tirkiyeyê, hikumeta AKP-MHP'ê vê ji raya giştî ya Tirkiyeyê jî vedişêre. Ji ber ku eşkere kir; weke ku qediya ye. Kuştiyên xwe jî vedişêre, niha li wir her roj kuştiyên xwe çêdibe. Her roj tîmên bi tevger ji derve lê dixin. Lê belê hemûyan vedişêrin. Ew cihê ku dibêjin 'ez tê de serketî me', mînak Zap, min qada aliyê rojava yê Zapê kir, li wê derê dijmin cenazeyên xwe di destê hevalan de hişt û çû. Li wir kuştiyên xwe nekarî bibin, şewitandin û çûn. Bi kurtasî dewleta Tirkiyeyê têk çûye; ev rast e. Lê belê mirovê vê pir zêde ewk neke, hîn jî dewam e. Û hinek cih jî girtine. Em hîn di nava hev de ne, şer dewam dike. Rewş wisa ye. Ev ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêguman serketineke mezin e. Lê belê divê her kes zanibe ku ev ne hêsanî ye, bi fedakariyeke mezin dibe. Tenê bi hişmendiya xeta Rêber Apo, bi ruhê fedaî ev dikare pêk were. Her wiha bi şêwazekî pispor, bi şer dibe, taktîk rêbazek û stratejiyek li wir tê meşandin. Ev startejiyeke nû ye, ji bo tevahiya cîhanê nimûneyeke. Ev tiştekî nû diqewime, ne tiştekî ji rêzê ye. Ev ji bo hemû gelê Kurd cihê şademaniyê ye. Îro keç û xortên Kurd li wir îradeyeke mezin raber dikin, şerekî dîrokî dikin. Em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê piştevaniya wan egîdan bikin, wan bi tenê bernedin, li herê piştevaniyê bikin, ji bo ev berxwedana dîrokî bi ser bikeve.

Me di bernameyeke beriya niha de gotibûn, 'leşkerên li wê derê ya wê biçin, ya jî wê hemû li wir bimirin'. Ev yek çiqasî pêk hat? Ew leşker tam ji ku derê çûn? Rewş çawa bû?

Rast e, me ew hevok ji bo leşkerên li Girê Amediyê ango jorî gundê Sêgirê hatibûn bicihkirin gotibû. Ji ber ku wê demê hêzên PDK'ê jî li jorî wan xwe bi cih kiribûn. Bi wê wesîleyê me anîbû ziman. Bi rastî pozîsyona wan a li wir, li gorî pîvanên leşkeriyê di lawaziyê de bû. Xuya bû wana li wir encam nagirin. Ji xwe 7-8 mehan bi hevalên li wê derê şer kirin. Ti encam negirtin. Hevalan gelek derb lê xist, gelek kuştiyên wan çêbûn. Hevalan cenazeyekî wan bi dest xist, li çapemeniyê hate weşandin. Li wê derê bû. Ev der nêzî Sergelê ye, nêzî gundên li wê derê Kanê, Amediyê nêzî wan deran e. Bi qeneta fermandariya me mirov dikare wê hêzê hemû tune bike. Lewma me welê got. Em ti gotineke ku nikaribin bikin nabêjin. Ew heqîqetek bû. Weke planekê bû, belkî wê çaxê nehatibû gotin, lê hat gotin. Piştre hevalan hinek derb lê xistin, wan jî dît ku dikin windahiyên zêde bidin, tirsiyan û bawerim di 11'ê Mijdarê de bi balafirên şer li wan derdoran xistin. Li jorî gundê Sergelê û wan deveran hemûyan êrîşên hewayî kirin. Di bin wê êrîşê de reviyan çûn. Me bi xwe zanîbûn, me texmîn kir ku wê biçin. Ji bo wê jî em xwe bi xwe rexne dikin, em rexneya wê didin. Diviyabû ku me ev dijmin berneda. Bi sax berneda, ya bigirta ya jî bikuşta. Li gorî me derfetên wê hebûn. Ji bo wê niha di nava me de mijareke rexnekirin û rexnedayinê ye. Yanî derb xwar, lê belê weke tê xwestin, weke em difikirî nebû. Û dijmin reviya û çû. Ew gotina min a ku 'ya wê ji wir biçin yan jî wê bimirin' heqîqetek bû. Hinek derb xwarin û reviyan çûn. Bi vî rengî bi dawî bû.

Li Besta şerek qewimî. Şehîd çêbûn. Hevalên jin şehîd ketin. 6 hevalên jin. Li wê derê kontrayek hate cezakirin, bi navê Nîmet Encu. Ew kes di rastiya Kurdistanê de çi îfade dike? Wî kesî çi temsîl dikir?

Bêguman îxaneta Kurd a îro temsîl dikir. Lê belê destpêkê divê mirov vê bibêje. Eşîra Goyî di şoreşa me de weke gelek eşîrên Botanê û yên Kurdistanê, eşîra Goyî jî barê herî giran rakiriye. Pir şehîdên xwe hene. Gelek qehremanên fermandarî ku di şerê me de kiriye, weke heval Mehmet Goyî, Serbest Goyî, Berxwedan, Bêrîtan, Rojhat bi sedan e. Herî dawî hevala Evîn Goyî û beriya wê Cesûr Roboskî. Yanî mirov nikare hemûyan bihejmêrin. Herî dawî di wî şerê ku te gotî 6 hevalên jin şehîd ketin. Di nava wan de jî hevala Delîla Goyî heye. Evîn Encu.  Eşîra Goyî bi giştî eşîreke welatparêz e û beşdarî şerê me bûye, tê de gelek fermandar û qehremanên xwe hene. Yên niha dijîn jî hene û yên şehîd bûne jî hene. Fedaî Sara Tolhildan Goyî nîşana her tiştî ye, nîşan dide kesek milîtaniya Apogerî ye. Eşîreke welê nirxên pir pîroz tê de hene. Lê belê rastiyeke civaka Kurdistanê heye. Li cihekî çiqas başî hebe li kêleka wê jî xerabî heye. Yanî yên îxanet kirî jî hene. Bêguman em hemû cerdevanan weke ku îxanet kirine nahesibînin, lê belê di nava cerdevanan de yên ku bi rastî îxanet kirine hene. Ew Nîmet Encu jî yek ji wan e. Bi esasî piştî ku ev komkujiya li Roboskî çêbû, ji ber ku ji Bêceh e, lê belê herdu gund nêzî hev e, mirovên hev in. Piştî wê komkujiyê em li bendê bûn kes sîxuriyê ji Tirkiyeyê re neke. Belkî çek di dest de be, lê belê sîxuriyê neke. Bi qasî ku em zanin li ser vî kesî jî heval hinekî rawestiyan ji bo dest jê berde. Lê belê dest jê berneda. Heta îxaneta xwe kûrtir kir. Ev kesekî pir zêde xizmetî dewleta Tirkiyeyê kir. Lewma rayedarên Tirkiyeyê weke lê xwedî derdikevin tiştek, senaryoyeke wisa raber kirin. Bi esasî ew ji ti Kurdan hez nakin. Lê belê Kurdê ku weke cinsê kew be, yanî te dît kew dixe qefesê bang dike, kewan digire dixin xefikê û dide destê mirovan. Yanî dijminê cinsê xwe ye, xayinê qewmê xwe ye. Ev kes jî kesekî wisa bû. Niha Kurdên ku xiyanet dikin, bi rastî pir xerab îxanet dikin. Yanî tê de pir egîd û mêrxas jî hene. Lê belê yên ku xiyanet kirî jî, bi taybetî yên xwe kirine binê çengê dijmin, dema ku dijmin metha wan kir, serxweş dibe. Yanî general destê xwe li piştê bixe, hema serxweş dibe. Min berê jî carekê gotibû, Kurdekî îxanet kirî bi eferimekê dikare heft qeyntar gû bixwe. Hema generalek destê xwe li piştê bixe serxweş dibe, wê here gû bixwe, kare heft qeyntar gû bi hev re bixwe. Kurdê xerab wisa pir xerab in. Ev kes jî ji wan yek e. Tenê ne ku di operasyonê de kete pêş dijmin. Sîxur bi tevger dikir. Bi taybetî sîxurê aliyê Başûr li Heftanînê, li Metîna bi destê wan gilî dikirin, dikirin ku heval şehîd bikevin. Bi taybetî di van şehadetan de 2 şehadetên pir girîng û ji bo me bi wate hene. Şehadeta heval Savaş Maraş û çar hevalên fedaî yên pê re li Heftanînê. Her wiha şehadeta fermadnarê Metîna hevrê Têkoşer Şemzînan û hevalên pê re bi destê vî kesî çêbû. Yanî hinekî Başûr bi tevger kir, bi destê wan kir. Ew ê li Başûr jî hatin dadgehkirin, lê belê kesekî wisa bû. Divê xelkê me yê Goyî, Bêceh vê rastiyê zanibin. Zarokên wî ciwan in, nizanin hîn bavê wan çi sûc kirine li hemberî miletê xwe. Ez bawerim mezin bibin wê fêhm bikin. Ji wan Encu, vaye lîste li gel min heye, 18 şehîdên me, egîdên me hene. Tenê yên ku paşnavê xwe Encu ne. Rastiyeke wisa ye, li Kurdistanê. Ji heman qebîleyê ewqasî egîd derketine, ewqasî şêr derketine lê li kêleka wan yekî welê xayin, cinsê kew jî derdikeve. Yekî wisa jî derketiye. Ew wisa ye. Dijmin hinekî werimand. Û ev li Besta di tevgerê de hevalê me ferq dike, xuya ye dixwazin lêxin, rîsk radikin û lêdixin. Piştî wê operasyon li wir hate firehkirin û şer çêbû. Yekîneyek ji hêzên me yên YJA Starê di bin fermandariya heval Rojbîn Gever de heval Silav Faraşîn, heval Delîla Goyî ew her şeş heval jî bi rastî jî heval, kadroyên partiyê yên bijare bûn. Ji bo wê jî 2 rojan şer kirin, wisa gihîştin şehadetê. Em wan qehremanan hemûyan bi bîr tînin. Ew pêşengên şoreşa me ne, pêşengên jin a azad in, pêşengên şoreşa serdemê ne. Xwedî îradeya ji pola ne. Bi rastî cengeke pir xurt çêkirin, wisa şehîd bûn. Heman şer bi heman şêwazî 2 caran li Gabarê jî çêbû, li Cûdî jî 2 rojan li ser hev çêbû. Vê demê li Botanê dijmin gelek êrîş kir. Lê belê bi destê xayinên wisa. Divê em vê zanibin, ev dijmin ti carî bi tena xwe nikare bi me. Eger Kurd ne li kêleka wan be, eger Kurd alîkariya wan neke, dijmin nikare bi me. Em bang dikin, divê Kurd êdî dest ji vê kiryarê berdin, bi miletê xwe xiyanetê nekin. Li kêleka dijminê xwînxwar nesekinin, nebin sîxur. Bi sîxuriyê mêrxasî çênabe. Bi sîxuriyê mirovtî nabe. Divê dest jê berdin. Êdî serdem hatiye em jî yekîtiya neteweyî çêbikin. Me heq kiriye, ku em li ser vê axê azad bijîn, ji ber ku di nava me de jî ewqasî egîd, mêrxas çêbûne.

Bûyerên li Swêd, Hollanda û herî dawî li Danîmarkayê qewimîn balkêş in. Hin kesên xwe weke rastgir, faşîst raber dikin pirtûka pîroz a misilmanan Quran şewitandin. Bi vê dixwazin heqaretê li xelkê misilman bikin. Lê di rastiyê de bi çi tê organîzekirin? Tiştên li pişt perdeya van bûyeran çi ye?

Berî her tiştî şewitandina Quranî Kerîm ji bo alema Îslamî bi temamî heqareteke, êrîşeke, bêhurmetî ye, bêexlaqî ye. Em bi tundî şermezar dikin kiryarên wisa. Divê mirov binerin, mirovên ku kiryarên wisa dikin kî ne? Yên nijadperest in û faşîst in. Xuya ye wisa weke planekê ye. Berê li Swêd bû, dûre li Hollanda piştre li Danîmarka bû. Girêdana xwe çi ye? Mijareke nîqaşê ye. Lê belê yekser xizmetê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dike. Rejîma AKP-MHP'ê Tirkiye xera kir, nakokî çêkir, xistin şer û dijîtiya Kurd çêkirin. Bi vî rengî tiştek li Tirkiyeyê nehiştin, ne hiqûq ma, ne demokrasî ma, ne aborî ma, xelk birçî ye. Niha di qonaxa hilbijartinê de ne. Di destê vê rejîma faşîst de tiştekî pê propagandayê bike nîne. Tenê 2 tişt hene. Çi ne? Yek neteweperestî, nijadperestî ye. Timî dibêjin em milî ne. Ya duyem jî îstîsmarkirina ola Îslamê ye. Dema ku heman faşîstên li Ewropayê diçin Quranî Kerîm dişewitînin, ev destê wan xurt dike. Weke ku xwe dikin mîna 'Parêzvanên Îslamê', 'Parêzvanên Miletiya Tirkiyeyê'. Dibêjin 'Vaye êrîş li ser me heye, li Ewropayê li dijî me êrîş heye'. Bi vî rengî dixwaze xwe weke parêzvan nîşan bide, sûd jê werbigire. Ev xizmetê ji rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dike. Girêdana wan çiqasî bi hev re heye, çi awayî sîstemek heye, ew mijareke din a nîqaşê ye. Li ser wê jî ez dikarim hin tiştan bibêjim. Xelk jî bi vê zane. Lê belê xuya ye ev yek planeke, hewl didin ku ji bo careke din rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi ser bikeve. Bi taybetî gelê me yê li Kurdistanê divê zanibe, gelê Tirkiyeyê zanibe, ev lîstikeke, planeke navneteweyî ye, planeke wisa tê fitilandin. Divê her kes li hemberî vê hişyar be. Em careke din van kesên ku van kiryaran dikin bi tundî şermezar dikin.