Kadê, destenan û nanê loş ên ji bo Remezanê

Kadê, destenan û nanê loş ên herêma Serhedê bi hunera jinan meha Remezanê têne çêkirin.

Kadê, destenan û nanê loş ji aliyê jinên ji Colemêrg û Wanê ve meha Remezanê, Newrozê, dawet, şahî û festîvalan bi taybetî têne çêkirin.

Ev nanên taybet bi dest û keda jinan têne amadekirin. Çêkirina wan jî gelekî zehmet e.

Bi berbanga sibehê re jin li tenûrê dest bi amadekariyê dikin. Hinek jê hevîr çêdike, hinek jî êzingan diavêjin nava tenûrê û tenûrê germ dikin.

Hema bêje her roj ji bo malekê nan tê lêxistin. Ev nan jî meha Remezanê û cejnê têne xwarin.

Taybetmendiya herî girîng a vî nanê Kurdan ew e ku bi hefteyan, yan jî bi mehan tiştek pê nayê. Ji ber vê taybetmendiya xwe bi sedan salan mirov ji xwe re çêdikin û dixwin.

JI BO ROJÊN TAYBET TÊNE LÊXISTIN

Semra Ûyar ku li navçeya Tûşba ya Wanê ye, anî ziman ku ew ji bo meha Remezanê û hin rojên taybet vî nanîn lêdixin. Ûyar diyar kir ku ji bo çêkirina nan jî jin her roj li malekê li hev kom dibin, nan çêdikin û got, "Berê her malbatê ji xwe re çêdikir. Ev kar jî mîna şahiyê bû. Weke berê nebe jî ev kevneşopî dewam dike. Hin ji vî nanî bi rûnê nivîşk, hinek bi helawê hinek jî bi gwîzan an jî sade têne çêkirin. Em ê vî nanî meha Remezanê bixwin."

'NANÊ ME YÊ NETEWEYÎ YE'

Asiye Tekîn jî anî ziman ku her meha Remezanê ew kade çêdikin û destnîşan kir ku ev kade ji bo Kurdan nebe nabe.

Li ser çêkirina taybet a kade jî Tekîn got, "Ev nan bi taybetî ji bo malbatên qelebalix gelekî girîng e; ji ber malzemeyên ku em dixin nav, xera nabe. Hin ji kadeyên me sade ne, hinek jî bi helaw û gwîzan e. Ev nan ji bo me nanê neteweyî ye. Em ji pîrik, dayikên xwe hînî vî nanî bûn; em ê hînî zarokên xwe jî bikin."