Jiyana Seyadê Şamê bû belgefîlm

Helbestkar û Derhêner Kerem Tekoglû (Keremo) yê ku belgefîlma Qulingê Birîndar girt çîroka jiyanê ya dijwar a dengbêj Seyadê Şamê ku li ser Radyoya Êrîvanê şopa xwe hiştiye, anî ser perda spî.

Tekoglû jiyana Şamê ya bi êş, kul û keder, êşkenc û mişextiyê ya ji Qirkirina Zîlan heya bi Şerê Cîhanê yê 2. ji bo temaşevan veguhaztî, beriya galaya mezin ku 1’ê Tîrmeha 2017’an li  Navenda Çandê ya Yunus Emre ya Atakoyê wê pêk were, ji ANF’ê re axivî.

JI QIRQIRINA ZÎLAN TA BI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 2.

Seyadê Şamê kî ye?

Seyadê Şamê 1922’an li Bazidê ya Agirî hate dinê, kurê mezin ê malbata Çamlibel e. Şamê zaroktiya wî di dema Serhildana Agirî û Qirkirina Zîlanê de bû û ciwaniya wî jî di dema Şerê Cîhanê yê  de 2. bû. Ji ber ramanên wî yên siyasî ji hêla dewleta Tirk ve bi sîxûrbûna Sowyetan tê tawanbarkirin, pêşî bi malbata wî re mişextî navçeya  Alaca ya Çorumê tê kirin û piştre tê girtin. 1944’an ji Girtîgeha Mumcular Erzerûmê firar dike, 26 rojan di nav berf û seqemê de xwe digihîne Îranê, li vir jî ji hêla leşkerên Yekîtiya Sowyetan ve tê girtin û bi sîxûrtiya Tirkan tê tawanbarkirin. Şamê salekê li girtîgehên Moskow û Tiflîs êtê girtin, piştre wî dişînin kampên Sibiryayê ku 9 salan êşkenceyeke giran lê dibîne. Lê piştî mirina Stalîn cezayê wî diqede, li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê bi cih dibe û li wir bi teklîfa berpirsê beşa Kurdî yê Radyoyaya Êrîvanê Xelîlê Miradov dest bi klaman dike. Malbata wî ku heta wê gavê ji wan weye ku Şamê miriye, piştî 20 salan bi dengê wî yê ku di radyoyê de bihîstin, hîn dibin ku hê dijî. Şamê, piştî 49 salan, li şûnwarê xwe vedigere. Heman salê, 20’ê Îlonê li Rûsya Krasnodarê dimire. Gora Şamê hê jî li Krasnodarê ye.

‘ÇÎROKA WÎ JIYANA KURDAN BI XWE YE’

Li Kurdistanê ew çend dengbêj hebûn te çima berê xwe da Seyadê Şamê?

‘’Dema ku mirov li çîroka Seyadê Şamê dinere mirov çîroka Kurdan û Kurdistanê dibîne. Hêleka jiyana Şamê tije êş e û hê jî eşq e, kêfxweşiya jiyanê, hêvî, stran û govend e. Min di çîroka Şamê de çîroka Kurdan bixwe dît. Ciwanên Kurd ên ku bi êşê têne strîn li gel ev qas zilm û zordariyê jî hêviyên xwe yên azadiyê bernadin, bi stranan, lîlan û dîlanan ber bi mirinê ve diçin.’’

Kerem Tekoglû dibêje piştî ku wî pirtûka Qulingê Birîndar ê birayê xwe Veysel Çamlibel xwendiye fikra ku belgefîlmê çêbike pê re çêbûye.

Tekoglû dibêje li gel ku gelek stranên weke ‘Esman Eman’, ‘Apo’yê yên Seyadê Şamê ne jî gelek stranbêjên Kurd bi vê nizanin û ew dibêje ew hêvî dike ku piştî belgefîlmê wî Seyadê Şamê baştir were naskirin.

GALA 1’Ê TÎRMEHÊ YE

Galaya belgefîlmê 1’ê Tîrmeha 2017’an li Navenda Çandê ya Yunus Emre a Atakoyê, li Stenbolê wê çêbibe. Piştre jî 9’ê Tîrmehê li Bazidê, 12’ê wê  li Agiriyê û 15’ê wê jî li Wanê wê were nîşandan.