Girtîgehê bi ‘Tîpa Bîrê’ cihên nû yên êşkenceyê ne

Li girtîgehên bi tîpa Y û S ku parêzvanên mafên mirovan wan weke ‘tîpa bîrê’ pênase dikin, bi hezaran girtî tecrîdkirî ne. Wezareta Edaletê daneyên giştî parve nakin.

 Li gorî Rapora Tîpên S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind a ÎHD’ê ya sala 2025’an, stratejiyeke welê tê meşandin ku girtî ne tenê ji aliyê fîzîkî ve her wiha ji aliyê psîkolojîk ve jî bê têkbirin.

Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de li 400 girtîgehan ku kapasîteya wan 304 hezarû 608 kes e, bi giştî 416 hezar û 927 mehkûm hene. Ev hejmar her roj zêde dibe. Hikumeta Tirk li şûna sîstema dadgeriyê sererast bike, girtîgehên nû ava dike. Yên ku salên dawî herî zêde hatin avakirin û li nava raya giştî bal kişand girtîgehên bi tîpên Y û S ne ku weke ‘tîpa bîrê’ têne naskirin. Li Tirkiyeyê 13 girtîgehên bi tîpa Y, 22 girtîgehên bi ewlekariya bilind û 7 girtîgehên bi tîpa S hene. Li van girtîgehan girtî di nava tecrîdeke mutleq de ne.

CIHÊN KU TECRÎD LÊ GIRAN DIBE

Di rapora Hezîrana 2023’an a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem de li gorî hevdîtina bi 3 girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa Y a Hejmara 1’ê ya Erzûrûm Dûmlûyê ev agahî dihate dayin:

* Girtîgeh 3 qatî ye,

* Derdora hevdîtina parêzeran bi temamî girtî ye,

* Girtî li hucreyên yek kesî têne hiştin, li ti hucreyên yek an jî sê kesî beşeke hewastendinê ya bi serê xwe nîne,

* Li qatên ji aliyê mîmarî ve cuda ne beşên hewastendinê hene, ji ber ku ev herdu cihên hewastendinê kêm jî be hevdu dibîne, mehkûm di heman demê de nikarin biçin cihê hilmstendinê, li korîdorê paşê ti têkiliya hucreyan bi hev re nîne,

* Mehkûmên ku cezayê hucreyê li wan hatiye birîn bi tenê derdixînin cihê hewastendinê,

* Mafê sohbetê tê astengkirin,

* Mafê pirtûkê tê kêmkirin, pirtûkên ji girtîgehên din têne şandin jî têne astengkirin,

* Dawiya hefteyê rojname nayên belavkirin,

* Xwarin gelekî nebaş e û ji aliyê tenduristiyê ve neçê ye.

GELEK MAF TÊNE DESTESERKIRIN

Girtiyên ku dibin van girtîgehan li ber derî ji wan re tê gotin ku êdî bi tena serê xwe ne, ji bilî wan wê dengê kesî nikaribin bibihîzin. Çend ji şert û mercên tecrîdê bi vî rengî ne:

* Li hucreya yek kesî têne hiştin

* Destûr nayê dayin ku name yan jî çay bibin cihê hewastendinê

* Li hucreyan pace nîne

* Banyo jî di nav de li her derê kamera hene

* Her tişt bi sîstema otomatîk tê kirin û girtî gardiyan jî di nav de nikare bi kesî re bide û bistîne

* Têkilî bi rêya megafonê tê danîn

* Yekane paceya hewastendinê bi hesin û perde hatiye girtin, lewma tav û ezman qet nayê dîtin

* Cihê hewastendinê weke qefesê hatine çêkirin ku bi têlan girtî ye.

STRATEJIYA ÎZOLASYONÊ TÊ MEŞANDIN

Li gorî Rapora ‘Tîpên S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind’ a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a sala 2025’an, girtî rojê tenê saetekê dikarin derkevin cihê hewastendinê û ev dem gelek caran bi hincetên kêfî tê kêmkirin. Di heman raporê de hate ragihandin ku silavdayina mehkûman a li hucreyeke kêlekê jî weke ‘sûcê dîsîplînê’ tê dîtin û cezakirin. Ev rewş jî nîşan dide ku stratejiyeke îzolasyonê tê meşandin ku mehkûm ne tenê ji aliyê fîzîkî her wiha ji aliyê psîkolojîk ve jî bên têkbirin.

Li gel şert û mercên giran ên tecrîdê her wiha mafê tenduristiyê jî tê astengkirin. Di rapora ÎHD’ê de hate ragihandin ku mehkûm ji bo karibin biçin revîreyê divê bi rojan daxwaznameyan pêşkêş bikin; ev daxwaz jî gelek caran bê bersiv tê hiştin. Girtiyên ku dibin girtîgehê jî dest û lingên wan bi zincîrê têne girêdan ku ev yek ne tenê li dijî exlaqa tibî ye, her wiha binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye.

Li gorî raporê şandina pirtûk, kovar û nameyan gelek caran bê hincet têne astengkirin; weşanên tên jî têne desteserkirin. Desteyên dîsîplînê bi nirxandinên kêfî yên weke ‘nenîşana poşmaniyê’ mafê hevdîtina vekirî û axaftina bi telefonê asteng dikin, ji aliyê civakî ve bi temamî bi tenê dihêle.

Ev şert û mercên giran ên îzolasyonê bi demê re tenduristiya derûnî û fîzîkî ya mehkûman dihejîne; gelek caran jî encamên welê rû dide ku telafiya wan nîne. Di heman raporê de hate ragihandin ku hin ji mehkûmên demeke dirêj li hucreyê têne hiştin ji aliyê psîkolojîk ve têk diçin û hin ji wan jî neçarî xwekuştinê têne hiştin. Mirovên ku ji pêwîstiyên bingehîn ên axaftina bi mirovan, destdana hev an jî bihîstina dengekî bêpar têne hiştin, hêdî hêdî kapasîteya mejî û hestewarî ya mirovbûnê ji dest didin.