Jîngehparezan kartol li qadên golfê çandin

Li gelek bajarên Swîsreyê, jîngehparêzan qadên lîstina bi golfê ji xwe re kirin armanc û sebze û kartol lê çandin.

Jîngehparêzên ku çend roj berê li Lozanê, qadeke golfê ji xwe re kir armanc, vê carê du qadên golfê yên li Vandoeûvres û Payerneyê xera kirin.

Koma bi navê “Grondements des Terres“, çalaki girt ser xwe. Aktîvîstan ji bo çandina sebze û kartolan kortik kolan.

Komê da zanîn ku bi werzişa golfê av pir xerc dibe û diherime, lewma wan qadên golfê ji xwe re kirine armanc.

Aktîvîstan her wiha ji bo stendina axê ji yên herî dewlemend, bang kir ku qadên din ên golfê jî ji xwe re bikin armanc.

Li seranserê cîhanê, ji bo avdana çêreya qadên golfê her roj 9,5 milyar av tê bikaranîn.