Jin li ber pêşnûmeya 'efûkirina destavêtina li zarokan' rabûn

Jin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî pêşnûmeya AKP'ê daketin qadan ku AKP dixwaze bi rêya guhertinekê, kesên dest diavêjin zarokan bi rêya zewacê efû bike.

Komele, Meclîs, Platform, Aktivîst, sazî û dezgehên jinan li Amed, Stenbol, Enqere, Dersim, Şirnex, Mêrdin, Riha, Semsûr, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Antalyayê, derbarê pêşnûmeya 'Efûkirina tecawizkarên zarokan bi rêya zewicandinê' daketin qadan. Jinan di çalakiyan de, dirûşmeya "Efûyê ji bo jinên ku mafê xwe yê xweparastinê pêk tînin derxînin, ne ji bo tecawizkaran' berz kirin û pankartên "Destavêtin ne ya efûkirinê ye ", "Destavêtina li zarokan nabe ku bê efûkirin " û "Destavêtina li zarokan divê bi paketên darazê neyê rewakirin" vekirin.

Di daxuyaniya hevpar a jinan de wiha hat gotin:

"Desthilatdarî ji bo ku kesên dest diavêjin dixwaze vê pêşnûmeyê derbixe. Dewlet û desthilatdarî dixwazin bi vê pêşnûmeyê, destavêtina li zarokan meşrû bikin. Ev dûrî wijdan û aqilan e. Em bang li desthilatdariyê dikin, ger hûn dixwazin zarokên keç biparêzin û mexdûr nebin, hûnê nêrînên rêxistinên jinan bigirin. Berî her tiştî divê hûn mexdûriyeta zarokan ji holê rabikin ne, yên bersûcan. Li şûna ku hûn destavêtinê efû bikin, zarokan biparêzin. Ev girîngtire.

Demek dirêje nîqaşên zewicandina zarokan a bi zorê di rojeva Tirkiyeyê de ne. Li gorî nûçeyên dawiyê, ji hêla AKP'ê ve zewicandina zarokan a di temenê 15'an de wekî krîter hatiye pejirandin. Ev tişt tê wateya meşrûkirina êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan. Li bendê ne ku di dawiya meha çilê de ev pêşniyarme bê meclîsê. Di sala 2016'an de heta îro bi pergalî rê li ber zewicandina zarokan tê vekirin û her wiha êrîşkar jî wê bi efûyê jî girtîgehê derkevin.

Ligel bertek û nerazîbûnên saziyên jinan dîsa jî Qanûna Komî ya sala 2016'an a derbarê cezayên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan hîn xal ji raya giştî re nehatin aşkerakirin. Niha efûya ku dixwazin derbixin, dê bibe sedema derketin ji girtîgehê ya tecawizkarên ku zarokên 15 salî mexdûr kirine. Ev tişt tê wateya ku êrîşkar neyên cezakirin û her wiha wê bibe sedema zêdebûna êrîşên li hemberî zarokan jî. Tê xwestin ku êrîşên zayendî yên li hemberî zarokên ku ji 15 salî biçûktir meşrû bê dîtin.

Em bang li hemû parlamenteran dikin ku destûrê nedin ku ev pêşnûme bê qebûl kirin. Em bang li hemû sazî û dezgehên çapemenî û medyayê jî dikin ku şopdarê vê mijarê bin."