Ji Payizavayê heta bi Îkîzdereyê têkoşîn

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli got, ''Ji Payizava ya Wanê heta bi Îkîzdereyê em li cem wan gundiyan in ku têdikoşin. Sirûşta me hevpar e, têkoşîna me hevpar e.''

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli diyar kir divê têkoşîna dijî pirsgirêkên ku dibin sedema qirbûna sirûştê gerdûnî be, bal kişande ser şerê li Kurdistanê û got, heta ku şer domdar be cografyaya Kurdistanê tê qirkirin. Işikli got ''Bi polîtîkayên şer ku têne kûrkirin bi çekên kimyewî û bombeyên tesîra xwe giran qadên daristanî têne tinekirin. Nexasim ji Rewşa Awarte û wir ve dema avkirina kaleqolan ku dewlet li ser giran ava dike tê dîtin li herêmên înşetê qira daran tînin. Her wiha bi hinceta 'ewlehiyê' bendavên ku têne çêkirin jî qira daran tînin. Bendavên ku bi navê enerjiyê têne hilberandin 40 ji 100'î yên bendavên li Kurdistanê pêk tînin.''

Işikli bi berdewamî got bi HES'ên ku dixwazin li robarê Zîlanê û Sarimê were çêkirin armanc ew e ku beşekî mezin ên qadên jiyanê di bin avê de bihêlin, bll kişande ser qirkirina daran a li Cûdî ku ev salekê didome û got, dema ku ew birîna daran li gel şewatên li daristanan bi hev re difikirin ew dibînin ku ev qad têne tinekirin. Işikli got, ''Tê diyarkirin ku 400 ton dar hatine birîn. Ev rewşa kambax datîne holê. Bi ser de ev ferzkirinên li ser cografyaya herêmê bandoreke xirab li ser jiyana zindiyan dike, dibe sedem ku nexweşî zêde bibin.''

Işikli bi bîr xist ku bajarên Kurdistanê bi ziyana li ser sirûştê di rojevê de ye, mînaka vê ya herî nêz ocaxa mermerê ye ku ferz dikin li gundê Şêxan a Payizava a Wanê çêbikin û got, ''Li dijî krîza avûwayê ku ji encamên xwe gerdûnî ne divê têkoşîn bibe yek .Em li cem gundiyên Payizava a Wanê û İkizdereyê ne. Sirûşta me hevpar, têkoşîna me hevpar e. Ji ber vê divê em karibin bibêjin 'cîhaneke nû pêkan e'' û li rex hev bisekinin.''