Ji dêra qedîm bi tenê dîwarek maye

Dêra Azîz Bartholomeûs ê ku ji ber kesên li xezîneyan digerin hatiye ber asta hilweşandinê, 10 sal in li benda restorasyonê ye.

Dêra Azîz Bartholomeûs a li Elbaka Wanê ji ber kolandinên kesên li zêran digerin û îxmalkariya rayedaran hatiye ber asta hilweşandinê. Walîtiya Wanê di sala 2011’an de biryara restorasyonê dabû lê 10 sal in ev biryar pêk nehatiye.

Dêra Azîz Bartholomeûs 23 kîlometreyan dûrî Wanê ye û di dawiya sedsala 13’an û serê sedsala 14’an de hate aavakirin. Heta şerê cîhanê yê yekemîn ji aliyê Ermenan ve ev der hate bikaranîn.

Li gorî texmînan ev dêr li ser gora Azîz Bartholomeûs hatiye avakirin û di navbera salên 1633 û 1655’an de hatiye restorekirin.

Dêr heta sala 1915’an de ji aliyê Ermenan ve hatiye bikaranîn û di sala 1966’an de xisareke mezin dît.

Dêr li gundê Dêr a Elbaka Wanê di nav sînorê qereqola Albayrakê de ye û bi salan girtî ma. Piştî ku cihê qereqolê hate guhertin dêr jî dewrî Wezareta Çandê hate kirin.Ji ber kolanên kesên li xezîneyan digerin û gundiyan bi tenê dîwarekî dêrê maye.

Di sala 2011’an de Walîtiya Wanê biryara restorekirina wê daye lê di 10 salan de tu gav nehatiye avêtin.

Serokê Komeleya Hawîrdorê Alî Kalçik ji ANF’ê re axivî û got “Feraseta me berê Ermen qir kir û niha jî em dîroka wê tune dikin didome. Me gelek caran ji rayedaran re ragihand lê me tu encam bi dest nexist. Me gelek rapor amade kir Lê hewldanên saziyên sivîl têr nake. Nirxên Kurdistan û Mezopotamyayê tê tunekirin.”