Ji ber xelayê li Madagaskarê 1 milyon mirov birçî ye

Ji ber ziwabûna li başûrê Madagaskarê xela çêbû û bi qasî 1 milyon mirovî bêzad û birçî mane.

Ji ber ziwabûnê herêmên li başûrê Madagaskarê ji birçîna li alarmê didin.  Li herêmê bi qasî milyonek mirov daxwaza alîkariya lezgîn a mirovî dike, gelek malbat şîna miriyên xwe dike.

Saziyên ku alîkariyê digihînin herêmê jî dibêjin li hin gundan tenê çend mirov mane û ew jî li hêviya mirina xwe ne.

Li gundê Ambovombe bi mehan e mirov ji ber ziwabûnê bêzad in, ti alîkarî jî bi wan ve nagihe. Hin mirovan dest bi xwarina pêlav û çerm kiriye.

Sedema vê rewşê weke guherîna avûhewayê an jî bi rengekî rast nexebitandina kana tê nîşandan.

Ji ber ku bi salan e li herêmê şilî kêm e û ji ber bagera qûmê hema bibÊje çandinî nikare were kirin. Serokê dewletê ji bo rakirina herêma ku bi rengekî kronîk ziwa maye wê projeyê nû sazkar bikin. Lê ji sala 1896'an û wir ve li Madagaskarê 16 caran xela çêbûye lê tê gotin xelaya niha di van 40 salên dawî de xelaya herî giran e.