HPG: Em şehîdên Cîloyê bi rêzdarî bi bîr tînin!

HPG'ê 3 gerîlayên ku sala 2015'an li herêma Cîlo şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşînê em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên leheng derkevin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"13'ê Cotmeha 2015'an li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Azîz ê li herêma Cîlo çalakiyeke serketî hate lidarxistin. Piştî vê çalakiyê di dema vekişînê de ji ber bombardûmanê hevrêyên me Amed, Bahoz û Brûsk şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amed Rojhilat
Nav paşnav: Seccad Mesîhanefes
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Xecîce-Ferhat
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Cotmeha 2015 / Cîlo

Nasnav: Bahoz Çatak
Nav paşnav: Erdal Şakar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Heybet-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Cotmeha 2015 / Cîlo

Nasnav: Brûsk Armanc
Nav paşnav: Kenan Ay
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ganîmay-Vasif
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Cotmeha 2015 / Cîlo

AMED ROJHILAT

Hevrêyê me Amed li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û li derdoreke ku hişmendiya welatparêziyê serdest bû mezin bû. Hîn di temenê biçûkanî de ji ber sedemên aboriyê neçar ma ku bixebite, lewma li jiyana koledarî ya ku dagirker li ser gelê Kurd ferz dike ji hingî ve lêpirsîn kir. Hevrêyê me Amed, di demeke kurt de bi rastiya dewletên dagirker hesiya û dest bi têkoşînê kir. Hevrêyê me Amed di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir û roj bi roj bêhtir şareza bû û ji bo têkoşînê mezin bike kete nava hewldanên xurt. Baweriya xwe bi wê rastiyê anî ku ji bo dawî li dagirkeriyê bîne û Kurdistanê azad bike, rêya yekane berxwedana gerîla ye û sala 2007'an tevlî nava refên gerîla bû, di maratona têkoşînê de rûpelekî nû vekir.

Hevrêyê me Amed di tevahiya jiyanê de hebûna xwe li ser kedê ava kir, her kêlî bi ked û têkoşînê derbas kir. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve ji bo azadiya Kurdistanê bû sembola têkoşîn û keda mezin. Bi daxwazeke mezin li çiyayên Kurdistanê berxwedan mezin kir, ji bo dawî li jiyana koledarî ya li ser gelê me yê mezlûm tê ferzkirin û ji bo afirandina jiyana azad timî hewl da û bû şervanekî rastiyê. Hevrêyê me Amed çanda Kurd a kevnar û felsefeya jiyana Apoyî bi hostatiyeke mezin gihand hev û li qada têkoşînê xiste meriyetê. Li eniya berxwedanê bi performansa xwe bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Li gelek herêmên Kurdistanê ked da û her tim li refên herî pêş pêşengî ji berxwedanê re kir. Hevrêyê me Amed bi ked û hewldaneke mezin têkoşiya, heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi baweriyeke mezin li ber xwe da û wê timî bibe perspektîfa têkoşînê ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

BAHOZ ÇATAK

Hevrêyê me Bahoz li navçeya Şaxê ya Wanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê kevneşopiya xwe ji dayik bû, hîn di zarokatiyê de bi rêya gerîlayên me yên li herêmê partiya me PKK nas kir. Di dema xwendinê de rûyê rast ê dewleta Tirk nas kir, li dijî kiryarê qirkirinê yên li ser gelê me tê ferzkirin gihîşt wê baweriyê ku divê teqez têbikoşe. Bi têgihiştina; gelekî ku ji her mafê xwe bêpar hatiye hiştin û welatê xwe hatiye dagirkirin, tenê bi berxwedaneke mezin û dayina berdêlan dikare azad bibe, sala 2013'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Bahoz ku hîn di zarokatiyê de kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û gerîla, di perwerdeyê de xwe ji nû ve afirand û bi vê guhertinê re xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê gav bi gav xiste meriyetê. Ji bo bibe milîtanekî Apoyî yê fedayî û şareza kedeke mezin da. Di demeke kurt de weke gerîlayekî şareza li qada şer bi bandor bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî jî xwe bêhtir xurt kir û ev yek li qada pratîkê bi hostatî nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û çalak dihate naskirin û kîna xwe ya li dijî dijmin bi performansa serketî ya li eniya berxwedanê bi lêdana derbên giran nîşanî dagirkeran da. Hevrêyê me Bahoz bi ked û daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê wê her tim weke sembola milîtaniya Apoyî ya fedayî di têkoşîna me de bê bîranîn û bibe meşaleya rêya me.

BRÛSK ARMANC

Hevrêyê me Brûsk li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, hîn di zarokatiyê de kiryarên cihêkar ên dewleta Tirk a dagirker nas kir. Hevrêyê me Brûsk ku xwedî kesayetiyeke serhildêr bû, li dijî neheqiyan ti carî bêdeng nema. Heta ciwantiya xwe li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşiya. Sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû û têkoşîna xwe gihand asteke nû û giran.

Hevrêyê me Brûsk her tim bi rûkenî û bi coşeke mezin tevlî kar bû, taybetmendiyên serhildêr ên Amedê jî di kesayetiya xwe de şênber kir. Ji ber hêrsa mezin a li dijî dewleta Tirk a qirker her tim xwest bibe gerîlayekî şareza û ji bo vê jî di asta awarte de hewl da. Li ser vê bingehê di pêvajoyên perwerdeyê de serketineke mezin nîşan da û bi vî rengî tevlî bû. Piştî pêvajoya perwerdeyê xwest biçe qadên herî zehmet ên Zagrosan û ji bo vê jî israr kir. Hevrê Brûsk di her kêliyê de xwe ji nû ve diafirand û ji hewldanên xwe yên bûyîna gerîlayekî profesyonel û şareza bi kêliyekê jî vengeriya. Hevrêyê me Brûsk ku bi kedeke mezin şareza bû û bi kesayetiya xwe ya dilnizm cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt, di têkoşîna dijî dewleta Tirk a qirker de li refên herî pêş şer kir. Kêlî bi kêlî bi rêbaza fedayî ya Apoyî têkoşiya û li qadên herî zehmet bi fedakarî û kedeke mezin cihê xwe li eniya berxwedanê kir. Wê her tim weke yek ji lehengên Zagrosê bê bîranîn.

Hevrêyên me Amed, Bahoz û Brûsk li dijî Plana Têkbirinê ya ku dewleta Tirk a qirker li ser gelê me û tevgera me ferz dike, bi fedayîtî şer kirin û planên dijmin beriya ku destpê bike têk birin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşînê em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên leheng derkevin."