Kolana Pîrînçler a Sûra Amedê di nava hefteyê de gelekî qelebalix e. Sedema vî tiştî jî hezkirina Amediyan a ji bo tizbiyan e. Di destê sibehê de kesên ku çente di destê wan de ne, dikevin kuçeyê. Kesên ku dikevin kuçeyê yekser berê xwe didin çayxaneyê. Çente tên vekirin, ji nava çenteyan tizbiyên cihê derdikevin. Yên tên bi dorê dezgeha xwe vedikin. Kesên tên bazarê jî bazara tizbiyan dikin. Hinek jê bazar dikin, hinek jê jî tenê lê dinihêrin. Kehrîbar, toz, zar û gelek cureyên tizbiyan li vê derê hene. Ev bazar tenê di nava hefteyê de vekiriye û hingî eleqedarî zêde ye, mirov nikare gava xwe biavêje.
LI BAZARA TIZBIYAN A AMEDÊ TÊN BA HEV
Bihayê tizbiyan ji 50 lîra heta 1000 dolarî heye. Kesên ku gelekî ji tizbiyên kehrîbar hez dikin ji Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Bedlîs, Wan, Agirî, Meletî, Riha û Dîlokê tên vê bazara tizbiyan a li Amedê.
Cengîz Suer ê ku her hefte li vê bazarê dezgehê xwe vedike dibêje ku, “Ez her hefte têm vê derê. 3 dikanên min ên cihê hene û ez her hefte têm vê derê. Ev nexweşiyek e. Em bi malbatî ji kehrîbarê hez dikin. Tizbî û kolyeyên me yên kehrîbarê hene. Yên herî bi nirx li malê ne û em wan nafiroşin. Em dixwazin ji zarokên me re mîrat bimînin. Kehrîbar eşqek e. Ji her dera Kurdistanê tên û li Amedê tên ba hev. Gelo tiştekî ji vêya xweştir heye?”
KEHRÎBAR JI BO NEXWEŞIYAN DERMAN E
Suer diyar dike ku kehrîbar ji bo gelek nexweşiyan derman e û dibêje, “Kehrîbar sewdayeke. Dema mirov di nav destê xwe de wê mist dide an jî dike zenda xwe, ji gera xwînê re baş tê. Ji bo nexweşiyên gûatr û zerikê jî baş e.”
‘KRÎZÊ LI KEHRÎBARÊ JÎ XIST’
Mûhammed Acar ê ku ji Dîlokê hatiye, ji bo ku bigihêje ser bazara kehrîbaran şevek berê hatiye Amedê û sibehê zû tê bazarê. Acar got ku, “Dema ku wexta min hebe, ez her hefte têm. Kolye, tizbî an jî kehrîbara xav dema ku bihayê wê guncav be, ez dikirim. Piştre dibim Dîlokê û li wê derê difiroşim. Îsal bihayê tizbiyan gelekî biha ye. Kehrîbar bi dolaran tê firotin û tizbiyeke berê bi hezar dolarî a niha bûye hezar û pênc sed dolar. Krîza li Tirkiyeyê li kehrîbarê jî daye.”
KEHRÎBAR ÇI YE?
Kehrîbar a ku di nav gel de wekî kevirekî bi nirx tê dîtin, a rast gezoya darên fosîl e. Kehrîbar bêtir ji bo xişran tê bikaranîn û ji zerê vekirî heta rengên sor, gelek rengên wê hene. Kêzikê fosîl ên di nav kehrîbarê de, di kevirên din de tune. Kehrîbar ên ku li dezgehan xebat li ser wan tê kirin, ji bo tizbî, kolye, zendik, guhar û gustîlkan tê bikaranîn. Kehrîbar di dîrokê de ji bo şifayê jî hatiye bikaranîn. Tê gotin ku dema kehrîbar bi wicûdê mirovan ve dibe, germahiyekê dide wicûd û di hewaya sar de sûd ji vê germahiyê tê wergirtin.”