Hewraman ket lîsteya mîrasa cîhanî ya UNESCO

Doza Hewramanê di 44’emîn civîna Komîteya Mîrasê Cîhanî UNESCO hat erêkirin.

Komîteya Mîrasa Cîhanî UNESCO’yê di 44’emîn rûniştina xwe de doza rehenda çandî ya Hewramanê erê kir û bi fermî ew wek mîrasa cîhanî nas kir.

Hewraman herêmeke çiyayî ya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye ku şêniyên wê bi zaraveya Hewramî diaxivin. Li gorî lêkolînên dîroknasan dîroka vê zaraveyî digihîje heya 300 hezar sal beriya niha. Belgeyên destpêkê yên arkeolojî nîşan didin ku jiyana li Hewramanê vedigere çaxa Paleolotîk. Bermahiyên amûrên ji kevir ku bi destê mirovên Neandertal ve hatine çêkirin li nêzî gundê Hecîc a Hewramanê ji aliyê arkeologan ve hatine dîtin. Her wiha hin belgeyên têkildarî çaxa Paleolotîk ango 3 milyon sal beriya niha li şkewtekê ya dikeve Geliyê Pirdî Mala hatiye peydakirin.

Piraniya gundên Hewramanê li bilindahiya 1700 metreyan hatine avakirin. Ferqa zêde ya di navbera cihê herî bilind û cihê nizm ê Hewramanê evqasê zêde ye ku 3 herêmên avhewayî yê cuda lê çêbûye û wê weke parzemîneke biçûk ku xwedî şêwazên cihê reng ên jiyanî ye. Şêniyên Hewramanê bi kedek mezin li çiyayên asê ên Hewramanê qadên çandiniyê û niştecihbûnê çêkirine. Bi amûrenê xwezayî av veguhastine bilindahiyên ku lê dimînin û çandinî kirinî. Li wê herêmê heta metreyek axa nîne ku xelkê wê ew bikar neanîbe û nav lê nekiribe.

Li Hewramanê bûyîna yek a mirov û xwezayê bûye sedema pêşketina fenomenên bê hempa di qada jiyanê û têkiliya çanda menewî û madî ya bi erdnîgariyê re çêkiriye. Hewraman warek e ku bêhna xweza û jiyanê li ol, helbest, mûzîk, irfan, ziman, huner û mîmariya wê tê.

Hewraman mûzeyek erdnîgarî, dîrokî, mirovî û zimanî ye ku di proseya cîhanîbûyîn û guhertin û weguhertinên çandî de nîşan dide ku mirovên kevnar ên çaxên berê çawa bi tena xwe û bi îlhama ku ji xweza û hawîrdorê bêyî ku zirarê bide wê girtiye û kariye şaristanî û çand, ango bi yek gotinê jiyanê biafirîne.