Her xwarineke li Kurdistanê xwedî çîrokekê ye

Şehrîban Matyar û Şîmel Beyîk tehm û xwarinên herêmî yên li Kurdistanê lêkolîn kirin û pêşkêşî Amediyan kirin. Diyar kirin ku her xwarinek xwedî çîrokekê ye.

Her herêmek xwedî taybetmendiyên xweser ên dîrokî û çandî ye. Yek ji van jî çanda xwarinê ye. Her xwarina li Amed, Serhed, Xerzan û Botanê xwedî çîrokekê ye, yan jî xwedî bingeheke ji tehma wê herêmê ye.

Şehrîban Matyar û Şîmel Beyîk li Amedê ji xwe re cihek amade kirine û xwarina herêmî ya li Kurdistanê pêşkêşî xelkê bajêr dikin. Matyar û Şîmel her wiha tehmên nû jî diafirînin û tevkariyê li çanda Kurd dikin.

Matyar li gorî derfetên xwe li bajar û bejahiya Kurdistanê digere, pincaran kom dike û xwarinê jê çêdike.

XWARINÊN JI BO TÊRKIRINÊ

Matyar anî ziman ku gelek celebên xwarinê li gorî herêmê nav guhertiye û got, "Xwarina Nîsk ji ber ku bi Zazakî jê re hebenîsk tê gotin, navê xwe bi wî rengî maye. Yan jî dema çûm Colemêrgê ji bo lêkolînê li ser tehma herêmê bikim, min dît ku xwarin bi giranî ji mast û goşt tê çêkirin. Lewma ji xwarinên ku bi mast têne çêkirin re dibêjin 'Masteva'. Li Colemêrgê her wiha şîraniyek bi navê 'Lalepet' heye. Ev şîrînahî berê ji bo şivanan dihate çêkirin, ji bo ku li çiyê, di dema çêrandina heywanan de wî têr bihêle. Lê niha êdî bûye tehmeke herêmî. Wekî din li Farqînê xwarinek bi navê 'Cimîlîk' heye. Ew jî mîna lalepet, ji bo mirovan têr bike dihate çêkirin. Ji dims, rûnê nivişk û qeliyê tê çêkirin. Mirovê ku vê xwarinê bixwe heta êvarê têr e. Ji ber ku xwarineke giran e."

TEHMA KU LI GORÎ COGRAFYAYÊ DIGUHERE

Matyar bal kişand ser bandora pincar a li ser xwarinê û got, "Li Colemêrgê pincarê ku havînê li zozanan têne komkirin, tên ziwakirin û zivistanê tevlî xwarinê têne kirin. Li Şemzînanê tiştekî bi navê 'Şûrexwirî' heye, giha û pincar tevlî hevîrê xwe dikin û bi wî rengî xwarinê çêdikin. Pincarê li Amedê û yê li wir ne weke hev in; lewma hem tehm hem jî navê xwe cuda ne. Di destê wan de çi hebe, li gorî wê xwarin çêkirine. Ev yek ji bo her herêmê derbas dibe. Li gorî sosyolojî û cografya Botan, Serhed û Amedê tehm jî cuda ye."

XWARINA HER HERÊMEKÊ

Şîmel Beyîk jî diyar kir ku xelkê Amedê bi giranî ji xwarina bi goşt hez dike, lewma di her xwarinê de goşt heye. Beyîk got, "Ji bo mirovên vejeteryan û vegan jî em xwarinê çêdikin. Xwarinên me yên bi zeytê jî hene, yên bi rûnê berberojk jî hene. Em ne tenê xwarinên ji herêma Amedê pêşkêş dikin, her wiha xwarinên ji her herêmê çêdikin. Xwarinên ji herêmên Serhed, Başûrê Kurdistanê û herêmên din çêdikin. Berê ji ber ku mirov hînî xwarina li lokanta û derve nebû, haya xwe zêde ji tehmên cuda tune bû. Lê belê niha li Amedê mirovên ji her derê hene. Hem ji ber koçberiyê, hem ji ber karmendiyê hem jî xwendinê, mirov hene. Lewma divê em li gorî tehma devê wan xwarinê çêbikin."

Beyîk anî ziman ku xwarin li gorî herêman cuda ne û got, "Em carna li girseyeke welê rast tên ku tehm û xwarinên cuda dixwaze. Amedî di vê mijarê de kevneşop e, xwarinên cuda zêde tehm nakin. Lê belê hinek tên dixwazin yên nû tehm bikin. Ji bo wan jî heta ku ji destê me tê em lêkolînê dikin, tehm û xwarinên nû çêdikin."