Her kesek divê salê herî kêm darekê biçîne!

Li gorî raporeke ku li Fransayê li ser rê û rêbazên parastina ji bandora germahiya global hate amadekirin, tê pêşniyar kirin ku her şexsek her salê herî kêm darekê biçîne û vê yekê jî herî kêm 30 salan bike.

Ji partiya Meşa Komarê (LREM) a li desthilatdariyê, parlamenter Anne-Laûre Cattelot raporek amade kir û destnîşan kir, ku bi foneke berfireh a ji 8.8 milyarî divê ew li welêt giraniyê bidin ser çandina daran.

HER ŞEXSEK DIVÊ HERÎ KÊM DAREKÊ BIÇÎNE

Di raporê de hate ragihandin, qadên daristanî yên nûkirî bi tena serê xwe têrê nakin û pêşniyar hate kirin, ku her sal herî kêm divê 70 milyon dar bên çandin. Ev yek jî ji bo Fransaya ku nifûsa xwe 67 milyon kes e, tê wê wateyê ku her şexsek herî kêm darekê biçîne.

Di raporê de pêşniyar hate kirin ku karê çandina daran divê hem ji aliyê dewletê hem jî ji aliyê sektora taybet ve bê fînansekirin û maliyeta vê yekê jî salê nêzî 300 milyon Euro ye. Ev jî tê wê wateyê ku heta sala 2050'î pêwîstî bi budçeyeke ji 8.8 milyar Euroyî heye.

SALÊ 750 HEZAR HEKTAR

Li gorî raporê, hem ji ber felaketên xwezayî yan jî felaketên ji ber mirovan, hem jî ji ber hin cûreyên kuvarkan, salê 360 hezar hektar qada daristanî ji holê radibe û ji bo pêşî li vê bê girtin, divê ew giraniyê bidin ser çandina daran. Di raporê de tê pêşniyarkirin ku her sal herî kêm li qadeke ji 750 hezar hektarî dar bên çandin û ev yek jî 30 salan dewam bike.

Parlamenter Anne-Laûre Cattelot destnîşan kir ku ji aliyekî ve zêdebûna pêwîstiya bi berhemên daran ên li binesaziyê û sektora înşaetê, li aliyê din jî ji bo tedarikkirina windahiyan divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Cattelot diyar kir, daristan ji bo kêmkirina gaza serayê ya dibe sedema germahiya global, şert e.

Li Fransayê hefteya derbasbûyî plana pêşveçûnê ya aborî hatibû eşkerekirin û di qonaxa destpêkê de ji bo çandina daran 150 milyon Euro hatibû veqetandin. 17 milyon hektar qada Fransayê ji daristanan pêk tê.