Hem girtina masiyan qedexe dikin, hem jî golê gemarî dikin

Li mezintirîn gola bi soda ya cîhanê li Gola Wanê, ji ber dema hêkkirinê ya Masiyên Gola Wanê ye, nêçir hate qedexekirin. Lê belê çemên ku bi ser golê ve diherikin li ber ziwabûnê ne, yan jî bûne mîna sergo.

Ji 15'ê Nîsanê heta 15'ê Tîrmehê her sal li Gola Wanê ji ber hêkkirina masiyan, nêçirvanî, masîgirî tê qedexekirin. Di vê demê de rêwîtiya zor û zehmet a Masiyên Gola Wanê jî destpê dike. Ev koça masiyan gelekî balê dikişîne.

Ev rêwîtiya Masiyên Gola Wanê ku bi navê wan festîval jî têne lidarxistin, gelekî metirsîdar jî be ti carî di vê astê de xetere nebû bû. Gol tê gemarîkirin, rojane bi 56 hezar metrekupê ava qirêj a kanalîzasyonê bi ser golê ve tê rijandin, li ser çemên ku bi ser golê ve diherikin Santrala Hîdro Elektrîk (HES) hate avakirin û rojane bi hezaran tonî gemar bi ser golê ve tê rijandin. Ev hemû gefeke mezin e ji bo Gola Wanê.

'JI BER GEMARÎKIRINA ÇEM, MASÎ NIKARIN AVJENIYÊ BIKIN'

Serokê Komeleya Parastin û Pêşvebirina Berhemê Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik hişyarî da ku masiyên xweser ên Gola Wanê ji ber nêzîkatiyên xemsar û dûrî ji berpirsyariyê, tevî golê li ber tunebûnê ne. Alî Kalçik got, "Masiyên Gola Wanê bi eksê berê herikîna çem ve avjeniyê dikin û li cihekî digerin ku hêkan lê bikin. Lê mixabin çem nema ku masî karibin lê avjeniyê bikin. Çem ya bi HES'an hatin ziwakirin, yan kanalîzasyon pê ve hate girêdan ya jî veguherandin sergo."

Kalçik ragihand ku qedexeya masîgiriyê qedexeyeke pêwîst e û got, "Girtina masiyan tê qedexekirin, lê ev biryar di nava xwe de biryareke hevgirtî nîne. Sedema qedexeya nêçirê ew e ku masî karibin hêkan bikin. Baş e, masî ji bo hêkan bikin divê di çem re derbas bibin. Ma çem ma? Ya hatin ziwakirin yan jî ava kanalîzasyonê bi ser ve tê rijandin û bûn sergo. Kesek jî dest li vê rewşê wernade."

'DIVÊ GOLA WANÊ Û MASIYÊN WÊ BÊNE PARASTIN'

Kalçik destnîşan kir ku bi salane ew ji bo parastina Gola Wanê têdikoşin û got, "Gefeke cidî li ser Gola Wanê heye. Her kes dibêje ku Gola Wanê wê ziwa nebe, lê belê li pêş çavên me Gola Ûrmiyeyê tune bû, ziwa bû. Garantî nîne ku heman tişt bi serê Gola Wanê ve neyê. Gefa li ser Gola Wanê hîn mezintir e. Ji ber ziwatiya par, li hin deverên golê bi sedan metreyî avê xwe kişand. Eger pêşî li ziwatî û qirêjiyê neyê girtin, Gola Wanê wê teqez tune bibe. Heman tişt ji bo masiyên wê jî derbasdar e."