Heftanîn derba giran e: 16 dagirker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li Heftanînê di çalakiyên 3 rojên dawî de 16 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê li dijî dagirkeriyê pêk anîn daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker ku li herêma Heftanînê dimeşîne, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de çalakî li dijî artêşa TC a dagirker hatin lidarxistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

10'ê Tîrmehê saet di 17:10 û 11'ê Tîrmehê saet 09:30'î hêzên me yên YJA Starê li Girê Şehîd Cûdî yê qada Şeşdarayê, çalakiyên sûîqestê li dijî dagirkeran li dar xistin. Di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

11'ê Tîrmehê saet di 15:00 hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şehîd Berxwedan ê Xantûrê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

12'ê Tîrmehê (îro) serê sibehê li mintiqeya Dola Beraza ya qada Xantûrê li dijî dagirkerên ku hewl didan ji bejahî ve bi pêş ve biçin, hêzên me ji sê baskan ve ji nêz ve lê dan. Li gorî agahiyên hatin wergirtin 13 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Şerê li herêmê hîn jî dewam dike. Dema ku agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

25'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li sêgoşeya navçeyen Elbak-Saray-Payîzava yên Wanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Ev operasyon 30'ê Hezîranê bêencam ma.