HDP: Li hemberî krîza ekolojîk pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye

HDP'ê bi wesîleya 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku li hemberî krîza ekolojîk a li Tirkiyeyê pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye.

Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere û nacî Sonmez bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Krîza avhewayê vediguhere krîzeke çînî ya tunekirinê. Gel xizan bû, ji cih û warê xwe bû, ked bêqîmet bû, cihêkariya navbera zayendan zêde bû."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Roja Hawirdorê ya Cîhanê wê li Tirkiyeyê bi çalakiyên Serokkomariyê bê pîrozkirin û hate gotin, "Desthilatdariya ku krîzên ekolojîk kûr kiriye, kiriye ku veger jê nîne, mafê xwe nîne ku hefteya hawirdorê pîroz bike. Li her herêma Tirkiyeyê karesaetên ekolojîk rû didin. Li Egeyê, Derya Reş, Marmarayê û Kurdistanê daristan, gund, qadên çandiniyê, çem, çêrgeh bi polîtîkayên talanê yên desthilatdariyê bi maden, înşaet û şîrketên enerjiyê têne wêrankirin."

Bi dewamî hate destnîşankirin ku pirsgirêkeke giran a ziwatiyê li pêşiya Tirkiyeyê ye û hate gotin, "Li hemberî vê yekê ti tedbîr nehatine girtin. Ji tedbîran wêdetir çavkaniyên avê yên ser û binê erdê ji bo sermayeyê têne çikandin, qirêjkirin û tunekirin.

Li hemberî vê krîa ekolojîk a kûr û giran, ku Tirkiye di nav de ye, pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye. Lê belê ev yek ji desthilatdariyê nayê. Desthilatdar û sermayeya rantê ya çavbirçî ya li dora desthilatdariyê di asta sereke de ji vê yekê berpirsyar e. Yekane tişta ku li Tirkiyeyê li hemberî krîza ekolojîk û krîza avhewayê bê kirin ew e ku desthiladarî û sermayeya çavbirçî destê xwe ji vî welatî bikişîne."