HDP'ê Çarşema Sor pîroz kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir û hêvî kir ku bibe mizgîniya azadiyê.

Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Tûrgût Oker Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

Di peyama pîrozbahiyê ya HDP'ê de hate gotin, "Çarşema Serê Nîsanê yanî Cejna Çarşema Sor pîroz be ku ji aliyê Êzidiyan ve weke roja destpêkê ya biharê û roja destpêkê ya sala nû tê pîrozkirin.

Êzidî ew gel e ku ji ber çand, bawerî û nasnameya xwe 73 caran komkujî lê hatiye kirin. Komkujiya herî dawî jî li Şengalê hate kirin. Ji sala 2014'an û vir ve ku li pêş çavên cîhanê fermana 73'an li wan rabû, bi hezaran jin û zarokên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de dîl girtî ne û mixabin hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Bi hêviya ku bibe mizgîniya azadiyê ya gelê Êzidî yê qedîm em Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê ji tevahiya mirovahiyê re."