Endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê yê beşa aborî Haşim Hecî li ser rewşa aboriya Şengalê, pirsgirêkên wê û çawaniya pêşxistina wê ya di demê pêş de ji ajansa me re nirxand.
Hûn MXDŞ, beşa aborî , kar û xebatên we di kîjan astê de ne?
Li gorî rewşa ku em tê de zehmetî tên pêşiya me lê heya ji destê me bê em ê ji gelê xwe re kar û xebatên aborî xurt bikin. Di sala derbasbûyî de û heya niha jî me kar dan meşandin û me dexil çandin û me sîba kolan, li Serdeştê, Sinînê, Xanesorê û Guhbel kar da meşandin, berhmên ku me ji karê xwe girtine li gel belav kirine.
Girtina deriyê Sihêla çi qas bandora xwe li ser aboriya Şengalê heye?
Weke her kes zanê deriyê Sihêla pir bandora xwe li ser aboriya Şengalê dike û yê herî zehmetî ji aboriya Şengalê re çêkirî jî ew deriye. Di van demên dawî de gelê me jiyanek bi zehmet jiya, di van hemî demên zehmet de deriyê Sihêla derfet nedida ku tiştek derbasî Şengalê bibe, ne dihêla ku ji bo çandiniya xwe tiştek bînin, lê ev demek e ku gumrikek danîne û carnan tiştin derbas dibin lê ne zêde.
Deriyê ku di navbera Şengal û Rojava de heta çi astê rê li ber aboriya Şengalê vedike?
Bi rastî ger ku ew deriyê di navbera Şengalê û Rojava de nebûya wê ne tenê aboriya me ze’îf ketiba belkî wê gelê me yê di çiyê de dijiya jiyana wan bi met ketibe, ji ber dema ku deriyê Sihêla nedihêlam em tiştan tê re derbas bikin me tiştên ku ji Başûrê Kurdistanê bi rêka Sêmêlê derbasî Rojava dikirin û bi wan debara xwe dikir.
Aboriya Şengalê bi kû ve girêdayiye, ji kîjan milî ve tê, yan jî xwe çawa bi rê ve dibe?
Di vê demê de aboriya Şengalê hemî li ser Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber deriyê Sihêla jî yan tiştên bi berjewendiyên xwe bin nahêle derbas bibin. Di milê Bexdadê de rêkek hatiye vekirin lê ew jî kêm e.
Hikûmeta Iraqê û Başrê Kurdistanê heta çi astê bi we re dibin alîkar, yan jî alîkarî kirine?
Ji milê Hikûmeta Iraqê ve heya niha tu destek nehatiye dayin, ji ber ku rêk di navbera me de tunebû û eger rêk vebe jî em ne di wê baweriyê de ne ku alîkariyek bide me, heke ne di berjewendiya wê de be. Ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve jî tu alîkarî ne hatiye dayîn û beriya fermana 2014’an bi deh salan di Şengalê de bûn nikarin bêjin ku me tu alîkarî di milê aborî de ji Şengalê re kiriye. Kes ji me re nabe alîkar ku em aboriya xwe xurt bikin, em bixwe didin xurtkirin.
Şengal bi temamî hatiye rizgarkirin, bi rizgarkirina Şengalê re ji bo demê pêş di milê aborî de çi projeyên we çine?
Heya niha ji bo gelê xwe tiştê ku ji destê me hatî me kir û em dikin jî, ji bo aboriya Şengalê hîn xurtir bibe projeyên me hene di milê çandiniyê û peydakirina kar ji gel re ku bê karî di Şengalê de nemîne hene. Em dixwazin ku hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdstanê jî destek bidin me ji bo xurtkirina aboriya Şengalê û astengiyan lê pêş çênekin”.