Gola Şîlî vediguhere çolê

Avahiya Penûelas a li navenda Şîlî, bîst sal berê ji bo bajarê Valparaîso çavkaniya sereke ya avê bû ku têra 38,000 hewzên avjeniyê yên Olîmpîkê dike. Niha tenê bi qasê ava du hewzan maye

Li erdê mezin ê zuwa û qelişî yê ku berê binê golê bû, îskeletên masiyan û heywanên bêhêvî yên li avê digerin tije bûye.

Di naverasta zuwabûnek dîrokî ya 13 salan de, asta baranê li vî welatê Amerîkaya Başûr ku peravên Pasîfîkê yên parzemînê hembêz dike daketiye. Germahiya bilindtir tê vê wateyê ku berfa li Andê, ku demekê ji bo Bihar û Havînê depoya ava dihele ya sereke bû, natepise û zû dihele an jî rasterast dibe hilm.

Zuwabûn bandoreke nerênî li  mezintirîn madena cîhanê ya hilberînerê sifir ê xist, tengezariya li ser bikaranîna lîtîûm û ava ji bo çandiniyê zêde kir û kir ku paytext Santîago ji bo destnîşankirina potansiyelên avê plansaziyên bê hempa çêbike.

Di rewşa asayî de bahozên bi zexta kêm ji Pasîfîkê tên, barîna baranê ya zivistanê ya li ser Şîlî, avgiran ji nû ve tijî dike û Andê bi berfê tije dike.

Lê li gorî lêkolînek gerdûnî germbûna behrê ya xwezayî ku hatina bahozên ji peravên Şîlî asteng dike, her ku germahiya behrê ya gerdûnî bilind dibe, tundtir bûye.

Dûncan Chrîstîe ku lêkolînerek li Navenda Avhewa û Berxwedêriyê ya li Şîlî’yê ye got ku xelekên daran ku vedigerin rewşa 400 sal berê, nîşan dide ku zuwabûna heyî çiqasê îstîsnayî ye.

Chrîstîe her wiha got ku ev tê wê wateyê ku şansê nûjenbûnê ya Çiyayên And ku welat wê wek "bircên avê" bi nav dike tune ye û ew jî tê vê wateyê ku ava ji berfa ku di Biharê de bihele bi qasê ku têra tijekirina çem, hewz û avgehan bike neke.

Lêkolînek sala 2019’an ya di Kovara Navneteweyî ya Zanistiya Avhewayê de ku zuwabûna Şîlî ya ji 2010 heya 2018’an analîz dike, dibêje ku guherîna bûyerên hewayê dikare di pêşerojê de zuwabûnê kêm bike, lê wê pir tişt bi wê ve girêdayî be.