Girava Eûboeayê di nav agiran de ma

Li Yewnanistanê jî şewata daristanan didome. Dîmenên şewata li girava Eûboeayê (Egrîboz) gelekî trajîk xuya dike.

Li Yewnanistanê di deh rojên dawîn de bi deh hezaran hektar daristan bû xwelî. Li gorî îtfaiyevanên Atînayê şewata ku roja Sêşemê ve didome, piçekî kêm bûye.

Lê li rojavayê başûrê welat li nîvgirava Peloponezê, li herêmên Manî, Îlîa û Messînyayê şewat didome, gelek gund hatine valakirin.

Li girava Eûboeayê jî 500 îtfaiyevan hewl didin şewatê bitefînin. Li vê giravê bi hezaran hektarên dar bûn xwelî.

Waliyê herêmê Fanîs Spanos diyar kir ku şewat bi qasî 30 kîlometreyan fireh e. Di rojên În û Şemiyê de 1300 kes ji giravê hatibûn derxistin.

Li gorî Pergala Agahiyê ya Ewropayê (EFFIS) di deh rojên dawîn de li Yewnanistanê 56 hezar hektar daristan bûye xwelî.