Germahiya global a ji ber mirovan zêde dibe

Li gorî lêkolîneke navneteweyî, germbûna ji ber fealiyetên mirovan di deh salan de bi rêjeya ji 0,2 °C zêdetir bûye.

Lêkolîn di kovara Earth System Science Data de hat weşandin. Di lêkolîna ku nêzî 50 zanyar tê de cih girtin de hate destnîşankirin ku emîsyona gaza serayê di asteke bilind de ye.

Lêkolîneran wiha nivîsand, “Di 2013-2022’yan de, germahiya ku ji ber fealiyetên mirovan pêk hatî di her deh salê de ji 0,2 °C re derkete astek ku mînaka wê nîne.”

Lêkolîn li ser rêbazên Panela Navdewletî ya Guherîna Avhewayê (IPCC) hat kirin.

Li gorî kovarê, komek lêkolîner a navneteweyî sentezek nû ji cûrbecûr çavkaniyan afirandiye da ku nîşanên sereke yên rewşa pergala meya avhewa bi rengekî azad, gelemperî û zelal ragihîne.

Bi nirxandina emîsyonê, giranî, germahî, veguheztina enerjiyê, hevsengiyên radyasyonê, û fealiyetên mirovî (di nav her rewşê de bi baldarî hesabkirina nediyariyan), lêkolîner gihîştin encamên jêrîn:

Konsantrasyona gaza serayê ya li atmosfera me ya gerdûnî her ku diçe zêde dibe.

Emîsyonên van gazên serayê, bi giranî ji ber bikaranîna sotemeniya fosîl û çalakiyên pîşesazî, her ku diçe zêde dibe, lê dibe ku nîşana wê yekê jî be ku rêjeya zêdebûna wan kêm bûye.

Germahiya gerdûnî û parzemînan her ku diçe zêde dibe.

Nehevsengiya enerjiyê ya cîhanê her ku diçe zêde dibe.

Bandora mirovan li ser hemû guhertinan serdest e.