Fêkiya çiyê: Ribês

Li Dersimê dema Ribês e. Ribês ku tehma xwe hinekî tirş e, fêkiyeke biharê ye.

Ribês ku li çiyê, li bilindahiya ji hezar heta 4 hezar metreyî şîn dibe, dem dema wê ye. Li tevahiya cîhanê 60 cûreyên xwe hene. Lê cûreyê li Kurdistanê şîn dibe li devereke din a cîhanê nîne.

Ribês meha Gulanê ku meha dawî ya biharê ye şîn dibe û nêzî mehekê heye. Heta meha Hezîranê jî li ser dezgehan tê firotin.

Ev fêkiya ku tehma wê tirş e, li gelek deverên Dersimê şîn dibe. Bi taybetî li Çiyayê Sûltan ê li navçeya Pulurê ku bi 3 hezar metreyî bilind e, şîn dibe.

Tê gotin ku Ribês dermanê gelek nexweşiyan e, lewma li Kurdistanê gelekî tê xwarin.