FEDA: Roj roja rabûna liber zilmê ye

FEDA'yê bal kişand ser girîngiya meha Xizir û got, "Roj roja rabûna li ber zilmê ye, xurtirkirina piştevaniyê ye."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyek da û got, "Di serî de Elewî, bawerî û xelkên kevnar ên Mezopotamya û Anatoliyê meha Sibatê weke meha Xizir pêşwazî dikin. Di meha Xizir de Pîr serdana talibên xwe dikin, Cemê digerînin. Di van Cem'an de bawermend pirsgirêkên xwe yên siyasî, civakî, çandî, bawerî, madî û manewî bêyî ku hewcedarî polîs, leşker û dadgeriya sîstemê bin, bi hev re parve dikin, li gorî pîvanên xwe yên exlaqî çareser dikin."

Di daxuyaniyê de li ser rojiya Xizir agahî hatin parvekirin û hate gotin, "Li gorî baweriya Elewiyan Xizir tê wateya hevrêtiya mezlûman a li dijî zaliman, berxwedêriya jiyan û hêviyê. Em dibêjin ku di serî de Elewî ji bo her kesên xwedî wijdan roja piştevaniya li dijî zilmê ye, roja yekbûnê ye."