Febrîqeya Çiya alavên kêrnehatî bi kêr tîne

Li Hesekê, Febrîqeya Çiya di nava rojekê de 25 ton karton dişo, di heman demê de 45 ton kartonan ji nû ve çêdike. Febrîqe ji bo 250 kesî jî cihê kar e û debarê ye.

Gemarîkirina xwezayê yek ji pirsgirêkên sereke yên mirovahiyê ye, ku li gel xwezayê her wiha li ser mirovan bi xwe jî metirsiyeke mezin e. Li gorî daneyan, tenê sala 2015'an li seranserê cîhanê 9 milyon mirov ji ber sedemên qirêjkirina hewa û hawirdorê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî texmînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di sala 2016'an de ji sedî 58 ê mirina mirovan a zû, ji ber qirêjiya hewayê, ji sedî 18 jî ji ber nexweşiya pişikê ye. Her wiha ji sedî 16 ji mirinan jî ji ber nexweşiya kanserê ye ku bandora qirêjiya hawirdorê zêde ye.

Li Sûriyeyê jî rewşa qirêjiya jîngehê ji ya bajarên mezin ên mîna Bhiwadi ya Hîndistanê, Khotan a Çînê ne cuda ye. Ji ber krîza navxweyî ya 12 salan a li Sûriyeyê ne tenê mirovan qurbanî dan, vê aloziyê bandoreke giran li jîngehê jî kir. Bombardûmanên giran, zerara li parzûngehên neftê hatin kirin, çend ji van mînakan e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe li ser esasê Neteweya Demokratîk bi rêxistin kiriye, weke lingê esasî yê vî fikrî, giraniyê dide ser parastina jîngehê. Ji bo parastina jîngehê, Rêveberiya Xweser gelek alternatîf pêşkêş kiriye. Ji projeyên çandiniyê heta bi avakirina febrîqeyên recycling (veguherandina alavên kêrnehatî ber bi alavên kêrhatî).

Yek ji van febrîqeyan jî li kantona Hesekê ye. Febrîqeya Çiya ya li herêmê, ji aliyê Desteya Aboriyê û Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin.

Febrîqe ji çar beşan pêk tê:

"Cihê şuştinê: Alavên kêrnehatî hemûyan dişo û dike mîna hevîr.

Cihêkirin: Madeyên cuda yên di nava kartonan de ji hev vediqetîne. Mîna madeyên plastîk û axê.

Komkirin: Piştre jinûve tê komkirin, tên germkirin heta ku bibe karton.

Firotin: Di dawiyê de jî berhemên têne afirandin, têne firotin.

Li vê febrîqeyê 250 karkerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin. Febrîqe ji seranserê herêmê tonek karton ji aliyê febrîqeyê ve bi 500 hezar L.S. tê kirîn. Li gorî daneyan li seranserê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 600 malbat kartonan kom dikin û difiroşin febrîqeyê.

Febrîqeya Çiya di nava rojekê de 25 ton karton dişo, di heman demê de 45 ton kartonan ji nû ve çêdike.

Febrîqe li gel Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê her wiha pêwîstiyên herêmên din ên Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bi cih tîne.