Ewropa du qatê derên din ên cîhanê zûtir germ dibe

Parzemîna Ewropayê, li serdema beriya serdema pîşesaziyê, sala 2022’yan 2,3 pile zêdetir germ bûye û hat peyitandin ku navîna germbûnê ya cîhanê 1, 2 pile ye.

Neteweyên Yekbûyî û servîsa avhewayê Copernîcûs, ragihand ku Ewropa li gor beriya serdema pîşesaziyê (1850-1900) sala 2022’yan 2,3 pile zêdetir germ bûye.

Ev rêje, nîşaneya wê yekê ye ku Ewropa ji sala 1980’yî ta bi niha du qat zêdeyê derên din ên cîhanê germ bûye.

CIHÊ HERÎ ZÛ GERM DIBE

Ji ber zêdebûna gaza serayê, germahiya navîn a li gerstêrkê 1,2 pile zêde bûye. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê Petterî Taalas, di rapora têkildarê germbûna cîhanê de wiha gotiye: ‘’Cîhe herî zû germ dibe Ewropa ye.’’

JI BER GERMAHIYA ZÊDE 16 HEZAR KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE

Li gor bankeya daneyan a rewşên lezgîn (EM-DAT) 165 hezar kes xeteriya meteorolojîk, hîdrolojîk û avhewayî ya li Ewropayê, sala 2022’yan bi bandor bûne û piraniya wan ji ber pêlên germ ên hewayê, 16 hezar û 365 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.