Ewropa dibe ku heta sala 2050’yî di enerjiyê de têra xwe bike

Enstîtuya Teknolojiyêy Federal a Swîsreyê (EPFZ) ya li Zurîhê diyar kir ku Ewropa di serî de petrol û gaz û sotemeniyên fosîl zêdeyê nîvê enerjiya xwe ji der ve distîne.

Di lêkolîneke di kovara Jouleyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku bi enerjiya tê nûkirin û Ewropa xwedî gelek derfetan e ku pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Bi lêkolînê destnîşan tê kirin ku Ewropa heta bi sala 2050’yî di warê enerjiyê de têra xwe derfetên xwe hene.

Koma Bryn Pickerina a li EPFZ’ê, bo nimûne; bi sotemeniyên biyo, depokirina elektrîkê di plan de ya jî elektrîkkirina çavkaniya germahiyê û trafîkê bi tevahî 441 bijareyên bên bipêşdebirin hatin diyarkirin.

Fikira bi hevparî ew e ku beriya her tiştî di serî de ba û roj li ser berferehkirina bi awayekî mezin û zêdekirina alternatîfên enerjiya tê nûkirin tê rawestin. Li gor lêkolînê dibe ku mirov teknolojiyên cur bi cur ên wek veguherîn, depokirin û belavkirinê jî lê zêde bike.

Her wiha lêkolîneran, bi varyasyonên pêşkêş û daxwazê ji bo 35 welatan ji bo dîmenbarkirina vê rewşê navgîneke kompîturê bi pêş de birine.

Ev navgîn, di serî de yên biryarên siyasî didin ji bo xwegihandina bêpere hat pêşkêşkirin.