Evûstralya dişewite: 100 hezar kesan koç kirin

Li Evûstralyayê germahiya hewayê derketiye ser 40 dereceyan. Ji ber bayê bi şid şewata daristanê zêde dibe. Nêzî 100 hezar kesan koç kirin.

Li Evûstralyayê şewata daristanê ji ber şertên hewayê giran dibe.

Roja Şemiyê bi deh hezaran kesan koç kirin. Bajarên tûrîstîk a niha kes lê nemane.

Ferman hate dayin ku li sê eyaletan 100 hezar kesan koç bikin.

Serokwezîrê Evûstralyayê Scott Morrîson ji ber şewata agir bangî 3 hezar leşkeran kir. Ev jî seferberiyeke mezin e.

Heta niha 23 kes di şewatê de mirine, bi dehan kes winda bûne û herî kêm 1300 mal jî bûne xwelî.

Pisporên Zanîngeha Sydneyê diyar kirin ji dema ku ev karesat hatiye destpêkirin û heta niha nêzî 500 milyon heywan jî mirine.