El Ninoyê destpê kir, wê germahî zêdetir bibe

El Nîno ya ku tê wateya wê li dinyayê germahî zêde bibe, bi awayekî fermî dest pê kir. Di meha pêş de wê germahî gelekî zêde bibe.

Daîreya Okyanûs û Atmosferê ya Neteweyî (NOAA) diyar kir El Nîno bi awayekî fermî dest pê kiriye.

El Nîno tê wateya ku li Okyanûsa Pasîfîkê germahî zêde bibe.

Zanyarê avhewayê Mîchelle L’Heûreûx daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Dibe ku li hinek herêman germahî derkeve asta rekorê.”

El Nîno ji dudu heta heft salan carekê çêdibe. Zanyarên avhewayê ev çend meh in diyar dikirin ku wê El Nîno îsal pêk were.

Li gorî NOAA’yê El Nîno wê bahoza li Atlantîkê kêmtir bike û lê dibe ku bahoza li Pasîfîkê jî zêde bike.