Dûyê şewatên li DYE'yê xwe gihande Ewropayê

Dûyê ji ber şewatên li DYE'yê xwe gihandin Ewropayê, tê gotin heta îro cara pêşî ye ku tiştekî wiha dibe.

Li gorî daxuyaniya C3S(Serwîsa Guherîna Avûhewayê ya Copernîcûs) şewatên li DYE'yê xwe gihandin heta bi parzemîna Ewropayê. C3S'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir dûyên ji ber şewatên ku hê didomin pir zêde ye, li gel ku 8 hezar kîlometre dûr jî, hebûna dû, mezinbûna bobelatê nîşan dide.

Şewatên herî mezin ên ku ev bi heftiyan e didomin li Los Angeles û bajarên Portlan û Seattleyê yên bakurê Franciscoya Zer e. Tê diyarkirin halê hazir li van bajaran qelîteya hewayê li cihanê ya herî xirab e.