Dûyê şewata li Kanadayê gihîşt Norveçê

Li Kanadayê dûya ku di encama gelek şewatên daristanan de derketî, gihiştin Norveçê jî ku bi hezaran kîlometreyan ji Kanadayê dûr e.

Lêkolînerê enstîtuya lêkolînên werz û jîngehê ya Norveçê NÎLÛ Nîkolaos Evangelîoû daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku ji roja Duşemê û vir ve bi taybetî li stasyona Bîrkenes a li başûrê welêt, konsantrasyonên partîkula dumanê pîvan e.

Evangelîoû ev tişt got: “Em lûtkeyek cidî yan jî zêdebûnek girîng nabînin(…) Lewma em li Norveçê ti pirsgirêkek jîngehê yan jî xeteriyek a tenduristiyê nabînin.”

Dûya ku di encama şewatên daristanên li Kanadayê derketî, gihişt beşekî bakur-rojhilatê DYE’yê.

Li Kanadayê rayedar vê rewşê weke îstîsnaî qebûl dikin.

Nêzî 2 hezar û 300 daristan şewitîn û nêzî 3.8 milyon hektar şewitî.

Li Norveçê ji roja Pêncşemê û vir ve qasî 3 hefteyan şomîneya vekirî hat qedexekirin.