Du parçeyên xwezaya heybet a Colemêrgê

Colemêrg cihekî hest û xeyalan a cîhanê û abîdeyek merd a xwezayê ye. Geliyê Qewalê û Şelaleya Ava Orê du parçeyên heybet ên hev temam dikinin.

Colemêrg bi xwezaya xwe, ava zelal, berf, gol, geliyên kûr û şîn, şelale, şikeft û hezar û yek nebatên xwe dîsa lawirên kûvî, abîdeyek xwezayê ya heybet e.

Yek ji xwezaya bedew Geliyê Qewalê û Şelaleya Ava Orê ye. Şelaleya Ava Orê ya li sînorê Colemêrgê cih digire, her werz xwedî ciwanî û bedewiyek cuda ye. Tevî werza Peyîzê ye jî tiştek ji bedewiya xwe kêm nekiriye. Di werza Havînê de we bi hewaya hênik pêşwazî dike, di werza Peyîzê de jî li gel hewaya germ jî, bi hezar û yek rengan dixemile. Şelaleya Ava Orê, bi keskatiya xwe, ava hênik û ciwaniya xwe her werzê mirov ji ser hişê xwe dibe. Werza zivistanê girtina qeşayê ya şelalê bi esîlbûna xwe kesên ziyaret dikin mest dike.

Geliyê Qewalê dayika Şelaleya Ava Orê ye, cihê jidayikbûnê ye. Cihekî ku hemû heybetiya xwezayê lê diyar dibe ye. Di nava çiyayên bilind de kûr dixuyê. Li nava wê Geliyê Qewalê û Şelaleya Qewalê, malovaniyê li hezar û yek cûreyên mebat û lawirên kûvî dike. Beşek ji stranên li ser Geliyê Qewalê hatî nivîsandin jî wiya ye:

Geliyê Qewalê kûre narê hoy narê

Şeşxana lûre lûre sor gul jê di barî

Şala yarê mexmûre narê hoy narê

Şala yarê mexmûre sor gul jê di barî

Geliyê Qewalê dûre narê hoy narê

Şeş xana denge denge sor gul jê di barî

Qutkê yarê heft renge narê hoy narê

Qutkê yarê heft renge sor gul jê di barî