Doktoran têkildarî rewşa Onder daxuyaniyeke nû dan

Doktorên endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek dan û gotin, "Ji aliyê norolojîk ve refleksên mejî yên nexweşê me kêm bûye û werimîna li mejî dewam dike."

Serokwekîlê Meclîsê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê tê dermankirin.

Doktorên Onder li ber nexweşxaneyê li ser rewşa dawî daxuyaniyek dan.

Rektora ji Pêvajoyên Tibî yên Nexweşxaneya Florence Nightigaleyê berpirsyar Prof. Dr. Çavlan Çîftçî anî ziman ku ji aliyê norolojîk ve rewş her diçe nebaş dibe.

Çavlan Çîftçî got, "Ji ber vê yekê em hatin nuqteyeke din a şikestinê. Ji aliyê norolojîk ve refleksên mejî yên nexweşê me kêm bûye û werimîna mejî dewam dike."

Çavlan Çîftçî got, "Xwîna mejî diherike. Ev hemû nîşan dide ku metirsiya li ser jiyana wî mezin dibe. Lê belê em bi sebir hemû tedawiyê dikin û em ê bi sebir li bendê bin."

NUQTEYA ŞIKESTINÊ

Prof. Dr. Yasef Ozsarfatî piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Nuqteya şikestinê ev e: Beriya niha pirsgirêkên di sîstema dil de li pêş bûn, lê dema dawî pirsgirêkên norolojîk hîn bêhtir li pêş in. Lewma tişta ku jê re nuqteya şikestinê tê gotin, nebaşbûna rewşa norojîk e. Hem refleksên wî yên li mûayeneyê kêm dibe, hem jî daneyên ji qeydan êdî nîşan dide uk bê bersiv dimîne."

Prof. Dr. Yasef Ozsarfatî anî ziman ku mejiyê Onder werimî ye û got, "Li gorî daneyên li ber destê me zehmet e ku mirov bibêje ber bi başbûnê ve diçe. Daneyên li ser mirina mejî vê gavê nîne. Di kontrolê de daneyeke bi vî rengî nîne."

'EM HEWL DIDIN MÛCÎZEYEKÊ PÊK BÎNIN'

Prof. Dr. Ertan Sagbaş jî got, "Destpêkê dil dişidiya. Ev yek baş bû. Lê belê pêşketinê dewam nekir. Eger em niha piştgiriya eko li ser dil bibirin, nikare xwînê bigerîne. Ew hêza xwe niha nîne."

Prof. Dr. Ertan Sagbaş anî ziman ku ew tedawiyeke berfireh dewam dikin û got, "8 roj in me dermanekî razandinê nedane. Lewma em li bendê ne. Yanî em hewl didin mûcîzeyekê pêk bînin."