Dixwazin Geliyê Godernê di bin bendavê de bihêlin

Gelek cihên dîrokî yên li Kurdistanê ji ber bendavê di bin avê de man. Deverên mîna Heskîf û Gêl mînakên vê yekê ne. Niha jî hewl didin ku Geliyê Godernê di bin bendavê de bihêlin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê cografya Kurdistanê her talan dike. Desthilatdariyê Heskîfa 12 hezar salî ji bo berjewendiyên xwe di nava avê de hişt, bend danî pêşiya çemê Dîcleyê û şaristaniyek qetil kir.

Geliyê Dîcleyê veguherandin çiravekê. Li gelek deveran bêyî parzûngehan ava qirêj a ji her cûre madeyên biyolojîk û kîmyewî bi ser çem ve tê herikandin. Di demeke kurt de zerareke mezin da eko sîstemê. Li pişt talankirina cografya Kurdistanê gelek sedem hene. Bi vê talanê re ne tenê zerarê didin xweza û dîrokê. Gel jî ji cih û warê xwe koçber dikin. Mirovên li Heskîfê jî ji cih û warê xwe kirin.

QÎRÎNA HESKÎFÊ BI TÊRKERÎ NEHATE BIHÎSTIN

Hîn di dema çêkirina bendavê de her mirovên xwedî berpirsyarî di mijara Heskîfê de helwesteke dijber nîşan dan. Lê belê divê helwesteke hîn xurt bihata nîşandan. Li hemberî mejiyê talanker bi sekneke xurtir dikarî bû gav bi paşve bida avêtin. Naxwe dawî li projeyên bi vî rengî nayê.

GELIYÊ GODERNÊ

Cihekî din ê dîrokî ku mîna Heskîf û Geliyê Dîcleyê li ber tunebûnê ye, Geliyê Godernê ye. Geliyê Godernê li ser çemê Sarûnê yê navbera navçeyên Pasûr, Farqîn û Hezro yên Amedê ye. Ev geliyê ku bi kîlometreyan dirêj e, warekî bedew ê xwezayê ye. Lê belê ev cih wê ji ber mejiyê talanker piştî demekê di nava avê de bê hiştin. Armanc dîsa heman e. 'Pêwîstî bi enerjî û avdaniya qadên çandiniyê heye'. Di çarçoveya vê projeyê de ava ku mafe her kesî ye wê yekdestî bibe, bibe amûrek bazirganiyê. Bi heman rengî wê xweza bê talankirin, koçber û êş rû bidin. Bendava Farqînê ku di çarçoveya GAP'ê de tê çêkirin wê di demeke kurt de biqede û av lê kom bibe. Di encama vê de jî 50 gund, bi dehan cûreyên giha, bi sedan qad wê tune bibin. Ji ber guhertina eko sîstemê daristan wê hişk bibin û tune bibin. Heywanên li vê derê jî wê pirsgirêkên cidî bibînin.

Ev projeyên ku tê gotin ji bo enerjî û avdanê têne kirin, teqez encama polîtîkayên şaş e. Li aliyê din tevî ku bi dehan bendav û HES hatin çêkirin jî aborî her roj bêhtir nebaş dibe. Di nava salekê de gelek caran buhayê elektrîkê hate zêdekirin. Gelo sedema vê çi ye? Me qîrîna Heskîfê nebihîst. Em neçar in ku qîrîna Geliyê Godernê ji dil hîs bikin.