Di roja Avhewaya Kurewî de wê qirkirina li Kurdistanê were protestokirin

Li ser banga tevgera Fridays for Future 24’ê Îlonê wê biçin greva giştî ya kurewî. Însiyatîfa Konfederalîzma Demokratîk û KCDK-E wê bi aktîf tevlî çalakiyan bibin.

Di çarçoveya Greva Avhewaya Kurewî de bi rojan in, li gelek deverên cîhanê çalakî tên kirin.

Wê vê Înê bi taybet bi desteka xwendekaran ders bên bayakotkirin, dakevin kolanan.

‘Însiyatîfa Konfederalîzma Demokratîk’ ku meha Tebaxê li Elmanyayê hatibû avakirin destek dide bangê, wê di greva avhewayê ya ku wê 24’ê Îlonê de bê lidarxistin, qirkirin û talan dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybet li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê xwezayê talan dike û dişewitîne, rê li ber qirkirineke xwezayê vedike.

Dîwana Hevserokatiya KCKD-E jî got: “Dewleta Tirk a qirkirinê dike hedef, qirkirina ekolojiyê pêk tîne. Bang li hemû gelê xwe dikin ku 24’ê Îlonê bi aktîf tevlî greva avhewayê ya kurewî bibin. Hem li dijî qikirina ekolojî ya dewleta Tirk a li Kurdistanê û hem jî gihandina ramanên Ocalan ên modernîteya demokratîk û çareseriya ekolojîk dengê xwe bilind bikin.”