Di deh salên dawî de zêdeyî 1.700 hawirdorparêz hatin kuştin

Li gorî rapora Global Witnessê, di nava deh salên dawî de zêdeyî 1.700 aktîvîstên hawirdorparêz hatin qetilkirin. Ev yek tê wê wateyê ku rojane hema bêje aktîvîstek tê kuştin.

Di navbera salên 2012 û 2021'ê de herî kêm 1.733 parêzvanên zevî û hawirdorê ji aliyê tetîkkêşan, komên çete û hikumetan ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Global Witnessê Brezîlya, Kolombiya, Fîlîpîn, Meksîka û Hondûras welatên herî kujer in.

Piştî kuştina hawirdorparêzê Kamboçyayî Chut Wutty ku birîna neqanûnî ya daran lêkolîn dikir; Global Witness ji sala 2012'an û vir ve her sal li ser kuştina hawirdorparêzan raporê diweşîne. Li gel şewbê jî di sala 2020'î de 227 hawirdorparêz hatin kuştin.

Bûyerên kuştinê bandora herî giran li welatên hatineya wan kêm e û civakên xwecihî kir. Nifûsa van welat û civakan tevî ku tenê ji sedî 5 ê nifûsa cîhanê ye, ji sedî 39 ê hawirdorparêzên hatin qetilkirin ji vê demografiyê bûn.

Madenkarî û endustriya madenkariyê, çandinî ji sedemên sereke yên van bûyerên kuştinê bûn.

Di nava sala 2021'ê de 200 hawirdorparêz hatin qetilkirin. 8 ji wan parêzvanên parkê yên Parka Neteweyî ya Virunga ya li Komara Kongo ya Demokratîk, yek jê aktîvIîst Joannah Stutchbury ku li Kenyayê li ber mala xwe hate qetilkirin û yek jî Angel Miro Cartagena bû ku li Kolombiyayê hate qetilkirin.

SERKETINÊN MEZIN JÎ HATIN BIDESTXISTIN

Raporê her wiha ragihand ku hawirdorparêzan serketinên mezin jî bi dest xistin. Par li Efrîkaya Başûr, civakên xwecihî yên li Parvê Vahşî yê li Bêvila Rojhilat a Efrîkaya Başûr li hemberî Shellê serketineke qanûnî bi dest xistin. Zext li vê şîrketê hate kirin ku li qadên balînayan dawî li lêgerîna li petrolê bîne. Biryar destpêka vê mehê hate erêkirin.

Di Gulana îsal de civakên li Girava Sangihe ya Endonezyayê, li hemberî şîrketeke Kanadayî ya madenkariya zêr dikir, doz vekirin.

Rêveberê Global Witnessê û nivîskarê raporê Alî Hînes got, "Kuştina hawirdorparêzan zêde ye. Lê belê dema ku min ev lêkolîn kir encama ku min jê derxist ew e ku di nava çend salên dawî de hawirdorparêzan li hemberî şîrketên navneteweyî gelek serketinên girîng bi dest xistin."

JI SÊ PARAN DU PARÊN KUŞTINA HAWIRDORPARÊZAN LI EMERÎKA BAŞÛR PÊK HATIN

Di navbera salên 2012 û 2021'ê de ji sê paran du parên mirovên ji ber parastina hawirdorê hatin qetilkirin, li Emerîka Başûr bûn. 342 ji wan li Brezîlyayê, 322 jî li Kolombiyayê hatin qetilkirin. Li Meksîkayê 154 û li Hondûrasê jî 117 kes hatin qetilkirin. Li Fîlîpînê jî 270 kes hatin qetilkirin.