Dewleta Tirk li Behdînanê 3 milyon dar birî

Partiya Keskan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tenê li herêma Behdînanê sê milyon dar birî ye.

Partiya Keskan a Kurdistanê bi wesîleya 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê li ofîsa xwe ya li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da.

Berdevkê Partiya Keskan a Kurdistanê Dana Necmedîn daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Behdînanê 3 milyon dar ji holê hatine rakirin.

Necmedîn anî ziman ku li hemberî vê yekê li Silêmaniye û derdora wê projeya wan a ji bo çandina milyonek darî heye û got, "Tirkiyeyê li herêmên Behdînan û Duhokê bi rengekî hovane nêzî 3 milyon dar bi hovane û li dijî mirovahiyê tune kir. Têkildarî vê mijarê gilî li Dadgeha Iraqê û Neteweyên Yekbûyî hate kirin."

Partiya Keskan a Kurdistanê bang li şêniyên herêma Kurdistanê kir ku ji bo parastina xweza û hawirdorê ya Kurdistanê ji wan re alîkar bin.