Dewleta Tirk gundekî nêzî Amêdiyê bombe kir
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê gundekî nêzî Amêdiyê bombe kir.
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê gundekî nêzî Amêdiyê bombe kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî Çiyayê Metîna yê nêzî gundê Guherzê yê Amêdiyê ji aliyê balefirên şer hate bombekirin.
Ev gund kîlometreyekê dûrî gundê Guherzê ye. Ji ber bombekirinê şêniyên gund ên li ser baxçeyên xwe bûn, ketin panîkê.
Piştî bombekirinê agir bi herêmê ket û derbarê xisarê agahî nehatin bidestxistin.