Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê: Wê li ser qirkirina daran lêkolîn were destpêkirin

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Rezaq Xeylanî derbarê birîna daristanan û talankirina xwezaya got: “Kesên daran dibirin divê werin cezakirin.”

Li gorî çavkaniyeke herêmî dewleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxo, di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kirine û hîn jî dewam dike.

Li gorî bilançoya Partiya Kesk a Kurdistanê jî dewleta Tirk li Behdînanê nêzî 3 milyon dar biriye.

Li ser vê mijarê Berdevkê Desteya Jîngehê a Herêma Kurdistanê Rezaq Xeylanî ji Rojnews’ê re axivî. Rezaq got; “Birîna daristanên li Kurdistanê qedexe ye. Ev qedexe li gorî qanûna parastina daristanan a di sala 2012’an de hatiye tomarkirin. Heke dar werin birîn û werin şewitandin, divê kesên ev tişt kirine, werine cezakirin.”

Rezaq Xeylanî diyar kir wan li ser qirkirina daran lêkolîn dane destpêkirin.