Dêra Koçanis bi sedan sal in li ser piyan e

Dêra Koçanis ku navenda olî ya Asûriyan bû, tevî ku di ser re bi sedan sal derbas bûne hîn jî li ser piyan e.

Colemêrg bi sedan salî bû navenda gelek şaristanî û baweriyên olî. Piraniya wan ji holê rabû bin jî bemahiyên wan hînê hene. Yek ji van avaniyan jî Dêra Koçanis e ku mîna navenda olî ya Asûriyan e.

Dêra Koçanis li Zozanê Berçelanê yê Colemêrgê ye. Ji bo Asûriyên li herêma Colemêrgê mîna navendeke rêveberiya olî bû.

Li Dêra Koçanisê, oldarên Mar Şemun diman ku li ber patrîk radibûn.

Dêr bi qasî aliyê xwe yê olî ji aliyê mîmarî ve jî ji dêrên din cuda ye. Xemilandina kevirên derve yên dêrê vê yekê bi rengekî eşkere nîşan dide.

Taybetmendiyeke din a Dêra Koçanisê jî cihê wê ye. Dêr li Zozanê Berçelanê ye, li nava newaleke kûr û zinaran hatiye çêkirin. Derdora wê ji aliyê xwezayî ve gelekî bedew e.

Dêra ku sala 1689'an hate çêkirin, ji ber ku li cihê Patrîk Mar Şhalita ye, ji bo Suryaniyan cihekî gelekî girîng e.

Dêr heta sala 1924'an navenda baweriyan a Suryaniyan bû. Patrîk (Mar Şem'un) ne tenê lîderê olî yê gel bû, di heman demê de lîderê giştî yê gelê xwe bû.