Deng nema ji zirneya Azîz ê ji Sûrê tê

Azîz Atar ê 66 salî, yek ji zirnevanê kevn ê Sûrê ye. Piştî ku dewleta Tirk Sûr xera kir, ne dawet ma, ne jî pêwîstî bi lêdana zirneyê. Li xaniyekî biçûk ê li Alîpaşayê tevî hevsera xwe dimîne û ji bo nebe hewcedar, li zirneyê dide.

Navê wî Azîz Atar e. 66 salî ye. Havîn zivistan tenê kincekî li xwe dike. Şalwar, êlek û çakêt. Dema gemarî dibe dişo û dîsa li xwe dike. Li ser Pira Deh Derî, dema ku di havîn an jî zivistanê de em wî dibînin, heman kinc li ser wî ye. Ji ber ku tiştekî wî yê din nîne ku li xwe bike. Heta niha her tim li dawetan li zirneyê xistiye û bi vî rengî debara xwe kiriye. Yekane karê ku pê dizane, ev e. Demeke dirêj bi malbata xwe re li taxa Hasirli ya Sûrê jiya, ku niha hê jî ev tax qedexe ye, xanî lê tên xerakirin û talan lê dewam dike. Piştre bar kirine taxa Cevat Yilmaz a li kêlekê. Dema ku li Sûrê dorpêçî û şer dest pê kir, di Çileya 2016'an de tevî hevsera xwe Edûlê xwe li taxa Alîpaşa girtin. Niha neçar dimînin ku ji vir jî derkevin. Ji ber ku dewlet di bin navê 'veguherîna bajarî' de biryara hilweşandina taxê girtiye û ji wan dixwaze derkevin."

ÊDÎ LI SER PIRÊ LÊ DIDE

Ji ber ku taxên Sûrê ji mirovan hatine xalîkirin, êdî kes dawetê çênakin. Ew jî, tevvî emrê xwe yê dirêj, li ser Pira Deh Derî ya dîrokî li zirneyê dixe û hewl dide debara xwe pê bike. Dema ku mirov di dawiya hefteyê de Pira Deh Derî ziyaret bikin, li wê derê lê rast tên.

Li xaniyekî ji odeyekê yê li kêleka Mizgefta Aynali ya taxa Alîpaşayê, ku mehane 150 lîre kirê jê re tê dayin, em Azîz û hevsera wî ya 68 salî Edûlê nas dikin, ku 50 sal in bi hev re ne. Keça wan Kezîban, beriya bi salan di dema jidayikbûnê de miriye. Keça wan a din Menîfa jî ji ber elektrîk pê girt...

Azîz Atar dibêje, "5 kurên min hene. Ew li Rezan, Seyrantepe, Ben û Senê dijîn. Xaniyekî ku ew lê xwe bistirîne, nîne. Ew jî mîna min in."

NIHA LI ALÎPAŞA NE

Azîz Atar anî ziman, salên dûr û dirêj e li taxa Hasirli ya Sûrê dijiyan, piştre bar kirin taxa Cevat Yilmaz, lê belê dema ku li Sûrê şer dest pê kir, li malê asê man. Atar diyar kir, piştî gelek hewldanan ew ji mala xwe ya li kolana Gazî asê ma bûn derket û xaniyê ji yek odeyê yê li taxa Alîpaşayê kirê kirine. Atar bi rojên berê ve diçe û dibêje. "Li Hasirli, li Cevat Yilmaz jiyan xweş bû. Em ne hewcedarê kesî bûn. Li Sûrê hema hema her roj dawetek hebû. Ne yek, gelek zirnevan û daholvan hebûn. Em bi dawet, nîşan û sinetan nedigihan."

KARÊ KU PÊ DIZANE, ZIRNE YE

Berî niha bi salekê, di dema zivistanê de gava berf li erdê bû, me li ser Pira Deh Derî wêneyê Azîz Atar kişandibû. Çi havîn çi jî zivistan; kincê li ser wî heman kinc e, ji ber ku kincekî din ê wî nîne. Dema ku kincê wî gemarî dibe dişo, ziwa dike û careke din li xwe dike. Yekane karê ku pê dizane, lêdana li zirneyê ye. Ji zarokatiya xwe ve vî karî dike, mîna gelek welatiyên din ên Roman.

MÎNA BERÊ NIKARE BI SAETAN LÊ BIDE

Azîz Atar niha bextewar nîne û vê yekê jî venaşêre. Dibêje, "Li ser Pira Deh Derî ez ji tûrîstên xwecihî û biyanî re li zirneyê didim. Çi ji dilê wan bê, wê didin. Xwedê ji yên didin û yên nadin razî be. Tevî vî emrê xwe, neçar im vî karî bikim. Mîna berê nikarim bi saetan lê zirneyê bidim. Nikarim her roj biçim wê derê. Dema ku pereyekî têra nan bibim malê bi destê min dikeve, yekser têm malê. Yanî nikarim heta êvarê li wir bimînim. Ji ber ku extiyar im. Ji bo şîvê neçar im li zirneyê bidim. Yaxwe ez û hevsera xwe em ê ji nêza bimirin."

Edûlê Atar jî tîne ziman, ku bi pereyê hevserê wê tîne xwarinê ji xwe re dikirin, kirê ya xanî didin û car carna jî cîranên wan alîkariyê bi wan re dikin. Edûlê Atar û hevserê wê niha bi fikar in, bê piştî biryara hilweşandina xaniyên li Alîpaşa bi ku ve biçin.