Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê û Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku divê sererastkirin neyê derengxistin.
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê û Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku divê sererastkirin neyê derengxistin.
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê bal kişand ser daxuyaniyên desthilatdariyê ku got, mehên Îlon û Cotmehê wê sererastkirinên nû bêne kirin û anî ziman ku ev yek tê wateya derengxistinê û destnîşan kir ku divê kêmasî tavilê jinûve bêne sererastkirin.
Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bêyî ku bendewariyên raya giştî û DEM Partiyê li ber çavan bêne girtin pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin. Paket îro li Komîsyona Edaletê tê nirxandin.
Ji endamên Komîsyona Edaletê Dîlan Kûnt Ayan a ji DEM Partiyê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji bo bicihanîna rola ku banga 27'ê Sibatê xistiye ser milê wan, ew di nava karekî berfireh de ne.
Dîlan Kûnt Ayan işaret bi gotina 'Berdana çekan bêguman bi sererastkirinên hiqûqî re wê bi wate be' kir ku Rêber Apo piştî bangê ev hevok da nivîsandin û anî ziman ku ew vê hevokê gelekî girîng dibînin û got, "Ev yek ferz dike ku li Tirkiyeyê qanûnên antî demokratîk tavilê bêne guhertin û qanûnên demokratîk û wekheviyê bikevin pratîkê. Yek ji qanûnên ku li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng e, qanûna înfazê ye ku newekhev e. Lê belê di paketa ku hate pêşkêşkirin de tiştekî li gorî daxwaza me di qanûna înfazê de nîne."
LI DIJÎ PÎVANA WEKHEVIYÊ Û RUHÊ PÊVAJOYÊ YE
Dîlan Kûnt Ayan destnîşan kir ku di vê paketê de sererastkirina têkildarî girtiyên nexweş ku bi salan e ew qalê dikin, kêmasî heye û got, "Yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn bi rengekî cuda tê nirxandin. Ev yek hem li dijî pîvana wekheviyê ye hem jî li ruhê pêvajoyê nayê. Dervehiştina van mehkûman tê wê wateyê ku wê neyên berrdan û tedawiya wan li derveyî girtîgehê nikaribe bê kirin. Lewma em dibêjin ev yek dijberî ye û têkildarî vê yekê daxwaz û pêşnûmeya me ya guhertinê heye. Yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn jî di nav de em dixwazin girtiyên nexweş hemû li malê bêne ragirtin."
NEWEKHEVIYA QANÛNA COVID'Ê DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN
Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku Qanûna Covidê ya beriya niha hate amadekirin di vê paketê de nîne û got, "Qanûnek bû ku di dema şewba Covidê de hatibû derxistin. Cezayên li mirovan hate birîn li gorî dema diyarkirina biryar destnîşankirin. Her wiha sînorek danîn ber vê yekê. Gotin, yên ku bi 31'ê Tîrmeha 2023'an re biryarên têkildarî wan zelal bûye wê karibin bikevin ber şertê 5 salan, lê belê yên ku 1'ê Tebaxa 2023'an cezayê wan diyar bû, nekarî sûdê ji vê yekê werbigirin. Em destnîşan dikin ku di vir de newekhevî heye. Qanûnên înfazê ti carî li gorî dema diyarkirina biryar nayê kirin, li gorî dema sûc tê kirin. Di vir de jî mixabin sererastkirin nehate kirin.
Wê demê gava ku Qanûna Covidê amade kirin, girtiyên siyasî li derve hiştin. Me dixwest ev pêşnûme hem ji bo girtiyên edlî hem jî siyasî wekhev be. Me dixwest rejîma înfazê wekhev be, lê belê ev jî nekirin.
EM Ê LI KOMÎSYONÊ JÎ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN
Di vê qanûnê de sererastkirineke xweser heye. Bêguman ji bo edliyan erênî ye, ji aliyê wekhevkirina qanûna înfazê be. (...) Halbûkî diviyabû TMK-17 bi temamî bihata rakirin, ji ber ku pêkanîneke înfazê ya newekhev e. Me ev nirxandinên xwe kir. Ji bo ev yek li pêşnûmeya guhertinê bê zêdekirin em ê li komîsyonê jî vê bînin ziman."
GAV DIVÊ TAVILÊ BÊNE AVÊTIN
Dîlan Kûnt Ayan işaret bi wan daxuyaniyan kir ku digotin, mehên Îlon û Cotmehê dibe ku sererastkirinên nû bêne kirin û got, "Ji aliyê desthilatdariyê ve hate gotin, qanûnên bi vî rengî wê di demên bê de li pey hev bêne amadekirin. Lê belê em rast nabînin ku pêvajoya qanûna înfazê dereng bê xistin. Em dixwazin gavên şênber bêne avêtin. Belê, hina têkildarî girtiyên nexweş gavek heye lê belê çima ev gav zû nayên avêtin? Di van gavan de çima cihêkarî tê kirin? Em dibînin ku li pêvajoyê tê belavkirin. Mînak, eger di vê paketê de gavên li ser girtiyên siyasî hebe, wê bibe nîşaneyeke welê ku pêvajo bi rengekî xurt bê civakîkirin û xurtkirin. Lewma bêyî ku dereng bikeve divê gav bê avêtin."