DEM Partiyê cejna Paskalyayê pîroz kir

DEM Partiyê got, "Cejna Paskalya ya ku sembola hêvî û jinûve jidayikbûnê ye, pîroz be."

CEJNA PASKALYA

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cejna Paskalya pîroz kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal de, ev tişt got: "Cejna Paskalya ya ku sembola hêvî û jinûve jidayikbûnê ye, pîroz be! Em ji dil bawer dikin ku wê li ser vê xaka qedîm gel û bawerî di şert û mercên wekhev de, bi hev re û bi azadî ziman, çand û nasnameyên xwe bijîn û em ji bo vê yekê têdikoşin. Em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû gel û baweriyan bibe destpêkek nû û deriyên aştî, edalet û azadiyê veke."