Debara xwe bi nanê tenûrê dikin

Salên dawî tenûrên li cihên kar gelekî balê dikişînin. Deverên bi vî rengî ji bo gelek jinan derfetên kar jî diafirînin.

Lêxistina nanê tenûrê li navend û taxên bajêr gelekî zêde bûye û balê dikişîne.

Nanê tenûrê li ser sifra Kurdan nebe nabe. Çandeke hezaran salî ya Kurdan e.

Ji sedî 90 mirovên li gundan hîn jî bi vê kevneşopiyê nan lêdixin.

Bi pêşketina teknolojiyê re li bajaran firin zêde bûn, lê belê dema dawî li navenda bajaran û taxan jî tenûr têne danîn û gelekî balê dikişînin.

Li herêma Serhedê tenûr bi giranî li binê axê ê bicikirin, li herêma Botanê jî li ser axê tên çêkirin. Ev nanê ku bi hunera jinan têne çêkirin, tehma wê ji nanê firnê gelekû cuda ye.

Jinên ku vî nanî lê dixin, nanê xwe hişk dikin û piştî çend hefteyan jî dema ku nerm kirin, mîna ku nan teze ye tê xwarin.

NIHA BI 5 KARKERAN DIXEBITE

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Nûrten Orhan a dayika 5 zarokan ku 46 salî ye û li cihê kar nanê tenûrê lê dixe, dibêje ku nanê tenûrê gelekî bala şêniyên Wanê dikişîne. Nûrten Orhan ku berê karekî din nekir û li malê dixebitî, ev du sal in li vê kargehê nan lê dixe.

Nûrten Orhan ragihand ku li vî cihê xwe yê kar tevî 3 jinan ew 5 kes dixebitin û got, "Bi taybetî mirovên ji gund têne navenda bajêr bi hesreta nanê tenûrê bûn. Min jî carna nanê li malê lê dixist li cîranan belav dikir. Ji bo bersivê bidim vê hesret û daxwaza mirovan min jî xwest kargeheke wiha ava bikim. Beriya 2 salan min ev kargeh bi tena serê xwe vekir, niha 5 kes lê dixebitin û rojane em hezar nanî lê dixin. Vî nanî hemûyî jî di nava rojê de difiroşim. Nanê tenûrê gelekî bala mirovan dikişîne."

BILA JIN JI XWE BAWER BIKIN

Nûrten Orhan destnîşan kir ku bi saya nanê tenûrê ji aliyê aborî ve ew azad bûye û bi tena serê xwe debara malbatê dike.

Nûrten Orhan got, "Tiştekî gelekî xweş e ku jinek li ser piyên xwe bisekine. Ji bo min xehmet bû, lê min ev daxwaza xwe pêk anî. Bi hêvî li paşerojê dinerim. Bila jin ji xwe bawer bin. Bila bi hunera xwe tevlî hilberînê bibin."