Dayika Zelal: Em ê dest ji berxwedan û azadiyê bernedin

Li gel emrê xwe yê dirêj jî dayika Kurd Zelal, li dijî neheqî û zextên giran li ber xwe dide. Dibêje ku wê ti carî dest ji berxwedan û azadiyê bernede.

Greva birçîbûnê ya dorveger a li Swîsreyê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln û destekkirina çalakiya Leyla Guven pêk tê, di roja 10'an de ye. Yek ji çalakgeran, Dayika Kurd a bi navê Zelal Ozkan ya 68 salî ye. Dayika Zelal ji roja 5'an ve di grevê ye. Ne cara yekê ye ku dikeve greva birçîbûnê. Dayika Zelal ku 7 sal in li Swîsreyê ye, yek ji wan dayikên Kurd e ku di nava her şert û mercî de li ber xwe dde.

Dayika Zelal bi eslê xwe ji navçeya Wêranşar a Rihayê ye. Ji ber zext û zora dewleta Tirk, salên 90'î neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Edeneyê bike. Lê têkoşîna xwe li wir jî dewam kir.

Dayika Zelal qala sedema xwe ya hatina Swîsreyê dike: "Timî min, hevserê min û zarokên min destgîr dikirin û berdidan. Bi demê re qîma xwe bi vê jî neanîn û êdî JÎTEM'ê avêt ser mala me. Me jî nema karîbû xwe li zext û zordariyê rabigirin û em hatin Swîsreyê. Piştre dozên li me hatin vekirin bi encam bûn û 13,5 sal li min, 14 jî li hevserê min birîn."

Keça wê Rûşen Ozkan 26 sal in ji doza PKK'ê li girtîgehên Tirkiyeyê ye. Dayika Zelal dibêje, "Hefteyê ancax 10 deqeyan dikare bi rêya telefonê bi keça we re biaxivin."

Greva birçîbûnê ku niha ketiyê, ne ya yekê ye. Li ser vê yekê dibêje, "Gelek caran ketim greva birçîbûnê. Li Rihayê carekê 10 rojan, carekê 6 rojan ketim greva birçîbûnê. Li Wêranşarê 2 caran ketim greva birçîbûnê. Carekê 10 rojan, carekê jî 8 rojan ketim grevê. Li Edeneyê 15 rojan ketim greva birçîbûnê. Piştî ku hatim Swîsreyê gelek caran li Straboûrgê û Swîsreyê ketim greva birçîbûnê. Hejmara wan nayê bîra min."

'EM Ê BÊDENG NEBIN, EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'

Dayika Zelal ku tevî temenê xwe yê dirêj ti carî xwe ji têkoşîna azadiyê venegirtiye, li ser sedema greva birçîbûnê ya dawî dibêje, "Bi salane Rêberê me bi rengekî giran tecrîdkirî ye. Em nikarin bi ti awayî ji Rêberê xwe agahiyê bigirin. Dijî ya najî? Em nizanin bê rewşa wî çi ye. Em dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Heta ku ev tecrîd bê rakirin em ê bêdeng nemînin, em ê dest jê bernedin. Ji vê derê em bang li Ewropayê dikin; bila dengê me bibihîzin û bersivê bidin daxwazên me.

Lê em zanin ku Ewropa ji bo berjewendiyên xwe hevkariyê bi Erdogan re dike.

Wekî din em dixwazin destekê bidin çalakiya Leyla Guven. Dayikên Kurd bi gel û zarokên xwe re ne. Emrê me çi dibe bila bibe, em li ku bin em ê dest ji têkoşîn û berxwedanê bernadin."